Li Brukselê protesto: Divê YE li dijî Tirkiyeyê ambargoyê bi kar bîne

Li dijî binçavkirina wekîlên HDP’î li paytexta Belçîka Brukselê çalakî hat lidarxistin. Çalakgeran bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku ambargoyê deyne li ser Tirkiyeyê.

Li dijî binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlên din, li gelek deverên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya li Brukselê li ber Parlamentoya Ewropayê pêk hat. Bi sedan kesên ku saet 11.00’an li ber parlamentoyê, li qada Luksembûrgê kom bûn, rejîma Erdogan û hikûmetên Rojavayî yên bêdengiya xwe diparêzin protesto kirin.

Di danezanê de ku li ber parlamentoyê hat xwendin, ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz hat kirin ku tevdîrên berbiçav bigre.

Di çalakiyê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê û hin rêxistinên çep ên Tirkiyeyî amade bûn.

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn axivî û got; “Li tevahî parçeyan wek gelê Kurd li pêş me rewşek eşkere heye. Niha şert şertên şoreşê ne.” Ûzûn li ser vî esasî banga berxwedanê kir û got ji ber dewleta Tirk ji hêza PKK’ê ditirse ewqasî hovane êrîş dike.

Ûzûn destnîşan kir ku divê li her derê Tirkiye bi tenê bê hiştin û wiha dewam kir; “Di vê demê de yekîtiya Kurdan gelekî girîng e. Partiyên Kurd ên ku destekê nedin PKK’ê û HDP’ê wê li ber dîrokê mehkûm bin.”

Ûzûn bertekên partiyên Başûrê Kurdistanê silav kir û bêyî navan bide jî ji bo hin partiyan got; “Nebin pêlîstokên dewleta Tirk.”

PÊWÎST E ÇALAKÎ DÎROKÎ Û DOMDAR BIN

Ûzûn ragihand ku dewleta Tirk li dijî Kurdan biryara tasfiyekirinê daye, dikare li dijî Rojava û Qendîlê êrîşî pêk bîne û got; “Ev roj êdî rojên berxwedanê ne.” Ûzûn wiha dewamî da axaftina xwe; “Dikarin vê zivistanê êrîşan zêde bikin. Em jî berxwedanê mil bi mil li her derê mezin bikin…. Em di pêvajoyeke dîrokê re derbas dibin. Lewre jî divê çalakî domdar û dîrokî bin.”

DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA AMBARGOYÊ BI KAR BÎNE

Ûzûn bang li Yekîtiya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê kir û wiha axivî; “Hûn behsa mafên mirovan û normên xwe yên demokrasiyê dikin. Çima niha behs nakin? Êdî em daxuyaniyên şermezarkirinê qebûl nakin. Ji Yekîtiya Ewropayê benda ambargoyê ne. Divê di qadên siyasî, dîplomatîk, leşkerî û aborî de ambargo pêk were. Divê Tirkiye bikeve pêvajoya çavdêrîkirinê.”

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî banga xwedîderkirina hilbijartiyên Kurd kir. Koç bang li gel kir ku roja Şemiyê û rojên piştre li her derê Ewropayê dakevin kolanan û got; “Em ê vê Qesra qeçax serûbin bikin. Ev deynê stûyê me ye.”

HER TIM ÇALAKÎ

Çalakiya li Brukselê wê roja Şemiyê jî dewam bike. Rojên Duşem û Sêşemê jî wê çalakiyên rûniştinê bên lidarxistin. Tê payin ku ji Belçîka, Luksembûrg û Hollandayê jî tevlîbûn çêbibin. Her wiha tê payin ku 16’ê Mijdarê jî li Brukselê meşek navendî bê lidarxistin.

...