Dusseldorf wê li dijî qirkirina siyasî bimeşe
Li dijî qirkirina siyasî ya AKP’ê wê li Dusseldorfê mîtîng were lidarxistin.
Li dijî qirkirina siyasî ya AKP’ê wê li Dusseldorfê mîtîng were lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê bi banga NAV-DEM, KCDK-E, TJK-E, YJK-E, FEDA, Ciwanên Azad û Partiya Keskan a Elman wê îro saet 14.00’an li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Dusseldorfê kom bibin. Girse wê ji vir ber bi Parlamentoya Eyaletê ya NRW’ê bimeşe û li ber parlamentoyê mîtîngekê li dar bixe.
Di serî de Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Însiyatîfa Jinan a Dusseldorfê, destpêkê Dusseldorf bang li tevahî qadan kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibe.