Pevgihîna Tevgerên Gel: Li dijî faşîzmê bibin yek

Pevgihîna Gelên Dinyayê ya 3’yan li Romayê dest pê kir. Di pevgihînê de banga berxwedan û hevigiriyê li dijî faşîzma AKP’ê hate kirin.

Pevgihîna Gelên Dinyayê ya 3’yan li Romayê dest pê kir. Konferans ku ji pênce parzemînan gel tevlî dibin, li ser mijarên demokrasî û gel, xak û xwerist, bêşûnwarbûn û derekebûnê wê panêlan bide. Pevgihîna ku bi organîzasyona Vatîkanê pêk tê, 5’ê Mijdarê piştî ku Papa Francoîs tevgerên gel pêşwazî kir, wê bi dawî bibe.

Di roja 3’yan a pevgihînê de li ser navê Nûnertiya Jina Kurd a Navnetewî û Delegeya Şandeya Kurdistanê Nûrsel Kiliç, qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê nirxand.

Kiliç diyar kir, li dijî êrîşa li ser HDP’ê ku xwedî projeyeke pêşverû, demokrat û daxwazkarê azadiya jinê ye, Kurd derketine qadan û li vîna xwe xwedî derdikevin.
Kiliç xwest ku pişta berxwedana Kurdan bigirin û li dijî faşîzma Erdogan bi hişkî hev bigirin.