Kordînasyona Kantonên Rojava piştgirî da HDP’ê: Ev di çarçoveya plana têkbirina vîna gelê Kurd de pêk tê

Kordînasyona Gîştî ya Hersê Kantonên Rojava bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê kir ku li hember êrîşên AKP’ê û girtina siyasetmedarên Kurd rabin ser piyan.

Kordînasyona Gîştî ya Hersê Kantonê Rojava der barê derbeya dijî HDP’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand û girtina parlementerên gel ên HDP’ê şermezar kir.
Daxuyaniya Kordînasyona Rojava wiha ye:

“Desthiladariya Tirkiyeyê berbanga îro /roja Înê 4’ê Mijdara 2016’an/ de Hevserokên Gîştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag; di nav de 11 parlamenterên HDP’ê bin çav kirin. Beriya demekê jî hevşaredarên Amedê girtibûn.

Ev operasyona dewleta Tirk a girtina siyasetmedarên Kurd, parlementerên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, destwerdana ji xaka welatên cîran re, dagirkirina xaka Bakurê Sûriyeyê û destekdayîna rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞ û hwd, di çarçoveya plana têkbirina vîna gelê Kurd û projeya wê ya demokratîk li herêmê de, pêk tê. Tirkiye bi vê yekê ve dixwaze ku aloziya xwe ya hundirîn veguhezîne derve, xîlafeta Osmanî vejîne û Mîsaqa Millî pêk bîne.

Ev kiryarên dijminane wê aloziya herêmê kurtir bikin û operesyona navnetewî ya dijî terora ku mirovahiyê hedef digire jî asteng bikin.

Em di Kordînasyona Hersê Kantonên Rojava de van kiryarên dijminane yên hikûmeta AKP’ê şermezar dikin. Di heman demê de bang li gelê Kurd û hemû aliyên demokrasî dikin ku li hember van kiryaran dakevin qadan.

Her wiha em bang li civaka navnetewî û saziyên hiqûqî dikin ku van girtinan şermezar bikin û zextê li hikumeta Tirkiyê bike ku siyasetmedarên Kurd û parlementerên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, serbest berde.”