EWROPA
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Lîmasolê hat protestokirin
Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk 1’ê Sibatê bi rengekî hemwext li hemberî Mexmûr, Şengal û Rojava pêkanî, li Lîmasolê hat şermezarkirin. -
Li Goteborgê greva birçîbûnê hat destpêkirin
Li Swêdê bi greva biçîbûnê ya dorveger a 3 rojan ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatî organîzekirin ve çalakiyên şermezarkirina 23. Salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkir. -
Ciwanan ji Sîerentzê heta Colmarê meşiyan
Çalakiya rêxistinên ciwanan ku li bajarê Sîerentz a Fransayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, yekemîn roja xwe bi dawî kir. -
Li Hannoverê tevî provakasyona polîsan meşiyan
Di roja dawî ya meşa li Hannoverê de provakasyonên polîsên Elmanî ku bi hêcetên cûr bi cûr pêk dianîn nekarî coşa gel xirab bike. -
Li Sydneyê bi konvoya wesayîtan xwepêşandan hat lidarxistin
Kurdistaniyên li bajarê Sydney a Awûstûryayê dijîn bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandaneke konvoyî lidar xistin. -
Meşa azadiyê ya li Kîelê di roja duyemîn de ye
Kurdistanî û dostên wê li Kîelê meşa ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, di roja duyemîn de didomînin. Tevî barana zêde jî çalakvanan coşa xwe parastin. -
Li Helsînkî şehîdên Hesekê hatin bîranîn
Kurdistaniyê li paytexta Fînland Helsînkiyê dijî ji bo bîranîna 121 sivîl û şervanên ku di pêngava Gurza Gelan de şehîd bibûn merasîmek lidar xistin. -
Li Bernê ji bo şehîdên Hesekê merasîma bîranînê hat lidarxistin
Ji bo 121 sivîl û şervanên li Hesekê şehîd bibûn, li paytexta Swîsre Bernê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin û berxwedana QSD’ê hat silav kirin. -
Meşa dirêj ya ji Frankfûrt heta Strasboûrgê destpêkir
Bi boneya 23’mîn salvegera komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê destpê kir. -
Meşa Dirêj a Ciwanan dest pê kir
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Sierentzê yê Fransayê ciwanan dest bi meşeke dirêj kirin. Ciwan wê îro bi 20 kîlometreyî bimeşin. -
Meşa dirêj a li Hannoverê di roja duyan de didome
Meşa dirêj ku ji bo şermezarkirina salvegera 23'an a komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hannover a Elmanyayê dest pê kirî, di roja duyan de didome. -
Li Îtalyayê dîplomasî û rêzeçalakiyên Kurdan
Li Îtalyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' bi gelek şaredariyan re hevdîtin hatin kirin û ji bo tevlîbûna li meşê afîş hatin daliqandin. -
Li Grazê mîtîng: Tu êrîş nikare vîna têkoşîna Kurdan bişkîn e
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê li dijî êrîşên dewleta Tirk mîtîngek hate lidarxistin. -
KON-MED: Divê her kes li dijî qedexeyan tevlî meşa dirêj bibe
KON-MED'ê têkildarî qedexekirina sembolên Meşa Dirêj a 6'ê Sibatê li Frankfûrtê ji aliyê polîsên Elman ve daxuyanî da û got: "Li dijî vê hişmendiya qedexekar, rûmet û hebûna xwe biparêzin û tevlî meşê bibin.“ -
Kurdên li Ewropayê êrîşên qirkirinê şermezar kirin - HATE NÛKIRIN
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan, êrîşên qirkirinê ên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyan şermezar kirin. -
Li gelek welatan meşên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî‘ hatin lidarxistin-HATE NÛKIRIN
Kurdistaniyên li Belçîka, Elmanya û Fransayê dijîn û dostên wan bi gotina, "Em ê sala 2022'an bikin sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan" dest bi meşa 2 rojan ku wê heya sibe bidome kirin. -
PCF: Dewleta Tirk hovane êriş dike
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û got ku “Dewleta Tirk hovane êriş dike” û peyama piştewaniyê da gelê Kurd. -
Kurdên li Dusseldorfê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Kurdistaniyên li Dusseldorfê û dostên wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşek lidar xistin. -
Li Dûîsbûrgê 121 şehîd hatin bîranîn
Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê ji bo bîranîna 121 şehîdên li Hesekê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. -
Êrişên dewleta Tirk li Karlstadê hat protestokirin
Kurdên li bajarê Karlstad a Swêdê dijîn li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî wê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê çalakiyek protestoyî lidarxistin. -
Li Awûstûryayê dewleta Tirk hat şermezarkirin
Li Awûstûryayê dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û şehîd hatin bîranîn. -
KCDK-E: Li dijî komployê banga seferberiyê kir
KCDK-E bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî meşa dirêj kir ku wê li dijî komploya navnetewî bi dirûşma, ''Ji Ocalan re azadî! Em li azadiya wî radiwestin!'' were kirin. -
Şandeya Kurd bi Şaredariya Floransayê re hevdîtin pêk anî
Rojeva Sîbel Yîgîtalp a HDP’yî û şandeya li gel wê komploya navnetewî ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê bû. -
Li Parîsê çalakiyên li dijî komploya 15’ê Sibatê
Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê bi dirûşmeya “Bi pêşnegiya ciwanên Apoyî em ê komployê perçe bikin” meşek hat lidarxistin, li pirên Saînt Mîchel û li meyda Bastîlle pankartên “Jin Ocalan re azadî” hatin daliqandin. -
Li Swîsreyê hêrsa li hemberî dewleta Tirk nasekine
Di çalakiyên ku li bajarên Lûzern û Chûr a Swîsreyê hatin lidarxistin de Kurdistanî û dostên wê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk daketin qadan û peyama “Berxwedana me wê bidome” dan.