Li paytexta Fransa Parîsê çalakiyên li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin, dewam dikin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê, bi dirûşmeya "Bi pêşengtiya ciwanên Apoyî em ê komployê perçe bikin" hatin cem hev.
Ciwanên ku danê êvarê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî, bi tevlîbûna gel piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa Kurdistanê dest bi meşê kirin.
Di çalakiyê de wêneyê mezin ê Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Lîberte Pour Ocalan" û alên PKK'ê hatin hilgirtin.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir, bi banga ciwanan û dirûşmeyên “Hemû ciwanên Kurd bi ruhê fedayî dakevin qadan” bi dawî bû.
Li aliyê din wêneyên bi heman daxwazê li kolanên Vîllîers Le Bel li ser dîwaran hatin nîşandan. Çalakiya ku ji aliyê derdorê ve rastî eleqeyeke mezin hat, bi qasî saetekê dewam kir.
Di çalakiyê de pankartên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” li pira Saînt Mîchel û qada Bastîlle ku qada herî qelebalix a Parîsê ye hatin daliqandin û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên "Ji Ocalan re Azadî", "Ji Kurdistanê re çareseriya siyasî" û "Dîktator Erdogan" hatin berzkirin.