Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê bi çalakiyên cuda tê şermezarkirin.
Bi boneya 23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro li Belçîka, Fransa û Elmanyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşên 2 rojan destpê kirin.
RENNES
Komploya navneteweyî li Fransayê bi meşa dirêj hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên li bajarên Rennes, Vannes û Lorîent ên Fransayê dijîn û dostên wan bi meşa dirêj a ji Hennebont heta Lorîentê pêk anîn komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin. Kurdistanî û dostên wan di saet 12.00‘an de li ber şaredariya Hennebontê li hev civiyan û bi pankartên şermezarkirina komploya navneteweyî ji navenda bajêr heta qada Place Arîstîde-Brîand a bajarê Lorîentê ji bajarên Cuadan û Lanester meşiyan. Di meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî hatin berzkirin. Di meşê de di çarçoveya kampanya "PKK gel e, gel nayê qedexekirin" ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve îmze hatin komkirin.
‘HETA HOVÎTIYA DEWLETA TIRK BI DAWÎ NEBE EM Ê LI QADAN BIN‘
Kurdistanî û dostên wan ên ku di meşa li dijî êrîşên bombeyî yên dewleta Tirk a dagirker ên di şeva 1’ê Sibatê de li ser Mexmûr, Şengal û Rojava de agahî dan, peyam dan û gotin,“Heta hovîtiya dewleta Tirk bi dawî nebe ew ê li qadan bin.“
Li Meydana Lorîent Place Arîstîde-Brîandê ji bo şehîdan rêz hate girtin. Di axaftinên li ser navê dostên Kurdan de peyama dilsoziya bi gelê Kurd re hate dayîn.
Di axaftinan de li ser girîngiya rojê axaftina hatin kirin û banga tevlîbûna meşa 12'ê Sibatê ya li bajarê Nantesê hat kirin.
Meşa li bajarê Nantesê wê 12‘ê Sibatê roja Şemiyê di saet 14.00‘an de li ber FNAC, Place du Commerce dest pê bike.
BELÇÎKA
Kurdistaniyên li Belçîkayê dijîn jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Leuven ê Belçîkayê heta Brukselê dest bi meşa 2 rojan kirin. Çalakger danê sibehê li ber îstasyona trenê ya Leuvenê li hev civiyan û ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.
Hevserokê NAV-BEL'ê Davud Keskîn li vir axivî û diyar kir ku meşa 2 rojan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin.
Bi domdarî Keskîn, wiha got: “Rêber Apo vîna me ya siyasî ye. Em ê sala 2022'an bikin sala azadiya Rêber Apo.“
Piştre girse bi dirûşmeyan dest bi meşê kir.
Meş wê sibê di saet 09.00’an de li Kortenberg a şaredariya eyaleta Brabant a Flaman destpê bike, di saet 15.00’an de li ber Parlamenta Ewropayê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
KÎEL
Meşa yekemîn a du rojan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah li bajarê Kîel ê Elmanyayê destpê kir. Meşvanan bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Kurdistanê.
Kurdistaniyên ji Hambûrg, Oldenbûrg û Bremenê jî beşdarî meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Kîelê ve hat lidarxistin bûn.
Di roja yekem a meşa ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de gelê Kurdistanê 10 kîlometreyan meşiya, meş ji Kîel Mettenhofê dest pê kir û ber bi Gara Trenê ya Navendî ya Kîelê ve bi rê ket.
Çalakgeran di meşê de dirûşmên "Bîjî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Kujer Erdogan", "Dîkdator Erdogan" û dirûşmeyên cuda yên Elmanî berzkirin.
Roja duyemîn a meşa sibê wê ji taxa Wîk a Kîelê dest pê bike û li ber Gara Trenê ya Navendî ya Kîelê bi dawî bibe.
HANNOVER
Navnîşaneke din a meşên dirêj ên li Elmanyayê bajarê Hannoverê bû. Di roja yekemîn a meşa dirêj a 2 rojan ya bi pêşengiya Nav-Dem Hannoverê ku ji bo balê bikişînin ser salvegera komploya navneteweyî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê hat lidarxistin, bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlê meşê bûn.
Di meşê de polîsên Elman bi hinceta berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" 2 ciwan desgîr kirin û lêpirsîna nasnameya wan kir.
Di meşa ku li Langenhagen/Zentrûmê destpê kir de gelek caran belavokên Elmanî hatin xwendin.
Gelê ku piştgirî ji her qada ku jê derbas dibû digirt, piştre heta Kropcke ya qada navendî ya Hannoverê meşiyan û roja yekem bi dawî kirin.
Ji bo roja duyemîn a meşa ku wê sibe saet di 10:00’an de li Laatzen/Zentrûmê destpê dike, banga tevlîbûnê hat kirin.
AMSTERDAM
Meşvanên ku roja ewil a meşê ku di 4’ê Sibatê de li bajarê Zaandam a Hollandayê destpê kir û li Amsterdamê bi dawî bû ango li Stasyona Navendî bi dawî kirin, di roja duyemîn de çalakiya xwe Ji Stasyona Navendî ya Amsterdamê ber bi Mûseûmpleîn’a navdar ve meşiyan û meşa xwe gihandin fînalê.
Li Mûseûmpleîn a ku çalakî li wê derê ku sefaretxaneyên Rûsya û Tirkiyeyê jî lê ne bi dawî bû, mîtîngek hat lidarxistin.
Di mîtîngê de têkildarî komplo, tecrîd û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn.
Di çalakiya bi coş de dirûşmeyên şermezarkirina komplo û êrîşên artêşa Tirk a faşîst hatin berzkirin.