KON-MED: Divê her kes li dijî qedexeyan tevlî meşa dirêj bibe

KON-MED'ê têkildarî qedexekirina sembolên Meşa Dirêj a 6'ê Sibatê li Frankfûrtê ji aliyê polîsên Elman ve daxuyanî da û got: "Li dijî vê hişmendiya qedexekar, rûmet û hebûna xwe biparêzin û tevlî meşê bibin.“

Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê sibê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi pêşengiya 150 siyasetmedar, rojnamevan û hunermendên enternasyonalîst ve meşa dirêj bê lidarxistin.

Di meşa dirêj de rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate qedexekirin. Li ser navê Hevserokatiya Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmnaya (KON-MED) têkildarî mijarê daxuyaniyek nîvîskî weşand.

KON-MED’ê danî ziman ku bi tu awayî ew qedexeyên li dijî alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û got:“Em vê biryarê bi tundî şermezar dikin. Divê demildest ev biryar were rakirin. 

KON-MED’ê wiha got: “Hûn ji gelê Kurd û vîna wî, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi dixwazin?. Divê li dijî vê qedexeyê her kes bi awayek xurt tevlî vê meşê bibin.“

Daxuyaniya KON-MED'ê bi sernavê "Di 6’ê Sibatê de tevlî Meşa Dirêj a Frankfûrtê bibe û li dijî qedexeyan rawestin" ji raya giştî re ev tişt hate gotin:

‘EM BIRYARA QEDEXEYÊ QEBÛL NAKIN‘

“Em weke KON-MED’ê van qedexeyên ku tu nirx û têgihiştina hiqûqî û mirovî ya ku wêneyên Rêber Apo qedexe dike, qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku demildest ev biryar ji nû ve bê nirxandin.

Meşa dirêj a ku 150 siyasetmedar, rojnamevan û hunermendên enternasyonalîst ên ji çar aliyên cîhanê hatin organîzekirin û tevlî bûn, wê di 6'ê Sibatê de li Frankfurtê dest pê bike. Armanca meşa dirêj balê bikişîne ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 23 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Ev meşên dirêj ên bi salan ji aliyê dostên gelê Kurd ve tên organîzekirin, bê navber dewam dikin.

'RÊBER APO JI BO GELÊ KURD XETA SOR E‘

Mixabin di meşa dirêj a sibê dest pê bike de rakirina wêneyên Rêber Apo hat qedexekirin. Divê ev qedexeyên ku di tu qanûn û zagonan de cih nagirin, demildest bi dawî bibin. Rêber Apo vîna milyonan mirovan e. Rêber Apo ji bo Kurdan navê azadiyê û xeta sor e.

‘ROLA WE DI PERGALA IMRALIYÊ DE ÇI YE?‘

Weke sêwana saziyên Kurdan ên Elmanya, em ji hikûmeta Elman dipirsin; Di pergala Îmraliyê ya ku 23 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, rola we çi ye? Armanca we çi ye ku bi qedexeyan gelê Kurd bê îrade bihêlin?

Çima hûn têkoşîna azadiya gelê Kurd dikin hedef?

Weke hikûmeta Elman hûn ji gelê Kurd û îradeya wî, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi dixwazin?

BI RUHÊ SERHILDANAN ÇALAKÎ!

Li ser vê bingehê weke KON-MED em bang li hemû pêkhateyên xwe, di serî de federasyon, meclîs, jin, ciwan, saziyên bawerî û hêzên demokrasiyê dikin ku bi xurtî beşdarî vê pêngavê bibin. Em tevahiya gelê xwe li dijî vê hişmendiya qedexeker, vedixwînin meşa dirêj a 6’ê Sibatê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê destpê bike, dikin.“