Kurdên li Ewropayê êrîşên qirkirinê şermezar kirin - HATE NÛKIRIN
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan, êrîşên qirkirinê ên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyan şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan, êrîşên qirkirinê ên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyan şermezar kirin.
Li Ewropayê çalakiyên Kurdan û dostên wan ên li dijî êrîşên qirkirinê ên dewleta Tirk a dagirker berdewam dike. Îro jî li gelek navendan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava hatin şermezarkirin.
OSLO
Li bajarê Oslo yê Norweçê Kurdistanî û dostên wan ên Norwêcî bi mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Osloyê ve hat organîzekirin, dewleta Tirk şermezar kirin. Mîtîng di saet 14.00’an de li ber îstasyona trenê ya navendî ya Osloyê pêk hat, mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Piştre nûnerê NCDK’a Osloyê Endam Aso bi zimanê Norwêçî axaftinek kir.
‘TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê ÊŞ XISTE DILÊ TIRKIYEYÊ‘
Aso anî ziman ku dewleta Tirk a endamê NATO'yê, têkçûna DAIŞ'ê ya li Hesekê êşek mezin xist dilê Tirkiyeyê û bi konseptek nû ya komkujiyê, Mexmûr, Şengal û Rojava ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de dîrok nivîsandine hedef girt.
Aso destnîşan kir ku qada hewayî ya Iraqê herêmeke di bin kontrola Amerîkayê de ye û bêyî destûra wan, Tirkiye nikare bi rehetî balafirên şer nikare rake û kampa penaberan a Mexmûr, Şengal û Rojava bi awayekî hovane bombebaran bike û sivîlan qetil bike.
‘BÊDENGÎ HEVKARÊ KOMKUJIYAN E‘
Aso, di dawiya axaftina xwe de rexneyên tund li hikûmet û medyaya Ewropa û bi taybetî ya Norwêçê kir û got, bêdengî hevkariya komkujiyan e.
Di mîtîngê de li ser navê Platforma Jinên Kurd a Norwêçê Lîda Weerts jî axaftinek kir û êrîşên dijmirovahî û raya giştî ya navneteweyî ya ku bêdeng ma, şermezar kir û ji raya giştî ya Norwêçê xwest ku dinava piştevaniyê de bin.
Her wiha di çalakiyê de ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst‘ were derxistin, standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin komkirin.
Di çalakiyê de girseyê bê navber dirûşmeyên"Bijî berxwedana Mexmûrê", "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava ne bi tenê ye", "Ji Kurdistanê re azadî", "Rejîma Tirk zarokên Kurdan dikuje", "Faşîst Erdogan" û " Tirkiyeya faşîst" hatin berzkirin.
Çalakî bi banga tevlîbûna girseyî ya ji bo çalakiya 13’ê Sibatê roja Yekşemê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku wê li NCDK Oslo bê lidarxistin, hate kirin.
BORDEAUX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê çalakiya bêîtatiya sivîl hate lidarxistin.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir, piştre daxuyaniyek bi zimanê Fransî hate xwendin û dirûşme hatin berzkirin.
Çalakiya ku nêzî saetekê berdewam kir de, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” dawî bû.
TOULOUSE
Li bajarê Toulouse yê li başûrê Fransayê jî gel daket kolanan. Di çalakiyê de ji bo şermezarkirina faşîzma Tirk daxuyanî hat xwendin. Di çalakiyê de dirûşmeya "Kujer Erdogan" hat berzkirin.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ, MLKP, MLPD, AGIF û Alinterî hatin hildan.
Defend Rojava-Stuttgart bi pankarta "Na" bertek nîşanî şerê Erdogan ê bi tankên Elman re da.
Endamên MLPD'ê bi pankarta "Destê xwe ji Rojava bikşînin! Ji Kurdistanê re azadî" tevlî çalakiyê bû.
Di çalakiyê de daxwaza "Bila dewleta Tirk ji ber sûcên şer ên li dijî Kurdan bê darizandin" hate kirin.
MARSÎLYA
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo şermezarkirina êrîşên faşîst ên dewleta Tirk meşeke girseyî li dar xistin. Girseya gel li qada Canebîere li hev civiya û di saet 17.00‘an de bi pankartên ku li ser komkujiyên Şengal, Mexmûr û Rojava amade kiribûn meşiyan.
Girse bi dirûşmeyên bi Kurdî û Fransî gihiştin qada Vieux Port, dewleta Tirk û dewletên din bi taybet hêzên koalîsyonê ku bi bêdengiya xwe bûne hevparên komkujiyan hatin şermezarkirin û Şoreşa Rojava hate silavkirin.
Di çalakiyê di şexsê şehîdên Hesekê de ji bo şehîdan rêz hate girtin. Piştî daxuyaniyê, banga Meşa Dirêj a sê rojan a ku wê roja Pêncşemê dest pê bike, hat kirin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
KARLSTAD
Li bajarê Karlstad ê Swêdê jî êrîşên qirkirinê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Abîdîn Raslîko, axivî. Raslîko diyar kir ku ew deyndarê şervanên Hesekê ne.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD” û “Bijî Serok Apo” dawî bû.
BIELEFELD
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Mîtînga bi pêşengiya NCDK-Bîelefeldê ve hat lidarxistin. Kom, partî û rêxistinên çepgir ên wekî FAU, SDAJ, Riseup Bielefeld, DIE LINKE Bielefeld, Attac, Ciwanên Antifa û “Însiyatîfa Hevkariya Herêmî ya Kobanê-Herfold” beşdarî çalakiyê bûn. Mîtîng di saet 16.00‘an de li avahiya Şaredariya Bîelefeldê bi axaftina bixêrhatinê û deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
NCDK-Bîelefeld, Rêxistina Banê ya Meclîsa Jinên Êzidî-SMJÊ, nûnerên ciwanên enternasyonalîst, Înîsiyatîfa Aştî û Hêvî ji Kurdistanê re (Initiative für Frieden und Hoffnung in Kurdistan) û Endama Rêveberiya Navçeya Dîe Lînke, Lîza Koç axivîn.
Li gel ku di çalakiyê de êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin jî, polîsên Elman hewl dan sembolên TEV-DEM û YPG/YPJ'ê qedexe bikin. Lê belê sembol heta dawiya mîtîngê hatin hildan.
Mîtîng di saet 17.30'an de bi dawî bû.
LEIPZIG
Bi armanca şermezarkirina êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê di saet 18.30’an de li ser banga Fed-Kurd, Kurdistanî û dostên wan ên Elman li Eisenbahnstraße ya Leîpzîgê li hev civiyan.
Girseya ku ber bi Willy Brandt Platz ve meşiya bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî berxwedana QSD’ê“, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Hoch die Internationale Solidaritat” û “Jin jiyan” berz kirin.
Di meşê de alên YPG, YPJ’ê, “Wiederstand heißt Leben” û pankartên ku êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin hatin hilgirtin.
Meş di saet 20.00’an de li Willy Brandt Platzê bi dawî bû.
MUNÎH
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Munîh ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û 121 şervanên li Hesekê şehîd bûn bi bîr anîn.
Di mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Munîhê ve hat organîzekirin de, daxuyaniya KOM-MED'ê ya Elmanyayê hat xwendin. Di mîtînga ku ji bo şermezarkirina faşîzma Tirk hat lidarxistin de timî dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Terorîst Erdogan" hatin berzkirin.
Di mîtîngê de banga hestiyariyê li raya giştî ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk hate kirin.
Her wiha di mîtîngê de hate diyarkirin ku di çarçoveya kampanya îmzeyan a li dijî qedexeya PKK'ê wê roja Sêşemê jî standa agahdarkirinê bê vekirin