Li Goteborgê greva birçîbûnê hat destpêkirin

Li Swêdê bi greva biçîbûnê ya dorveger a 3 rojan ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatî organîzekirin ve çalakiyên şermezarkirina 23. Salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkir.

Li bajarê Goteborg ê Swêdê bi boneya 23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya 3 rojan hat destpêkirin.

Piştî greva birçîbûnê ya li Goteborgê ku wê heta êvara 8'ê Sibatê dewam bike, wê li Helsîngborgê jî di navbera 9-11'ê Sibatê de bi heman rengî bidome.

Li bajarên Goteborg, Malmo û Helsîngborg ên Danîmarka û Swêdê, piştî greva birçîbûnê ya 6 rojan a dorveger, wê bi tevlêbûna Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya Ocalan meşek bê lidarxistin. Meş wê 12’ê Sibatê li Helsîngborg a Swêdê û 13’ê Sibatê jî li paytexta Danîmarka Kopenhagê bidome.