Kurdên li Dusseldorfê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Kurdistaniyên li Dusseldorfê û dostên wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşek lidar xistin.
Kurdistaniyên li Dusseldorfê û dostên wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşek lidar xistin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava hatin protestokirin.
Meşa ku li ber DGB Haûs a Dusseldorfê destpê kir ji aliyê FED-MED û NRW YJK-E ve hat organîzekirin. Di meşê de Kurdên li NRW’yê jî amade bûn.
Di meşê de pankartên “Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye”, “Sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan rawestînin” û “Rojava biparêzin” hatin vekirin û her wiha alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hatin hilgirtin. Di daxuyaniyên meşê de hate gotin ku dewleta Tirk hewl dide DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bike.
Piştî meş bi dawî bû, li Cornelîûs Platzê mîtîngek hate lidarxistin.
Li ser navê FED-MED'ê Ayten Sûnger bi Kirmanckî axaftinek kir wiha got:
'HETA AZADIYÊ EM Ê LI BERXWE BIDIN'
"Dewleta Tirk êrîşên xwe yên hovane yên li ser gelê Kurd didomîne. Bi êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê xwest gerîla bi dawî bike. Lê belê li hemberî berxwedaniya gerîla ya bi rengekî fedayî binket û paşve vekişiya. Faşîzma Tirk a ku dixwaze tola têkçûna xwe bi êrîşa DAÎŞ'ê ya li Hesekê hilîne. Divê dewleta Tirk baş bizane ku heya Serok Apo azad nebe, heta ku zindan vala nebin û azadî pêk neyê wê gelê Kurd qadan terk neke û heta ev yek pêk neyê wê têkoşîna xwe bidomîne."
Di axaftina li ser navê Women Defend Rojava (Jinên Rojava Diparêzin) de hate gotin ku dewleta Tirk ji bo tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Hesekê hilîne jî êrîşî Mexmûr, Rojava û Şengalê kir û hate gotin ku bêdengiya hêzên navneteweyî ku ronahiya kesk ji bo dewleta Tirk a bi binpêkirina sînor êrîşî Kurdan dike, hate şermezarkirin.