Li Grazê mîtîng: Tu êrîş nikare vîna têkoşîna Kurdan bişkîn e

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê li dijî êrîşên dewleta Tirk mîtîngek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên Antîfa û rêxistinên çep ên ku li Haûptplatz a bajarê Graz ê Awûstûryayê hatin cem hev, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava bi mîtîngekê şermezar kirin. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Her wiha girseyê dirûşmeyên “Bila artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve”, “Tirkiyeya faşîst”, “Qatil, dîktator Erdogan” û “Hoch die Internationale Solidarität” (Pêşgiriya navneteweyî ya gelan bilind bike) hatin berzkirin.

Her wiha di mîtîngê de ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst‘ were derxistin îmze hatin komkirin.

Di mîtîngê de Hevserokê FEY-KOM'ê Halîs Sever axivî û diyar kir ku bi êrîşan nikarin vîna têkoşînê ya gelê Kurd bişkînin.

Sever, bal kişand li ser komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got:“Gelê Kurd bi dostên xwe re wê li her qadê li dijî rola NATO'yê ya di êrîşên dawî de, li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin.“