Şandeya Kurd bi Şaredariya Floransayê re hevdîtin pêk anî

Rojeva Sîbel Yîgîtalp a HDP’yî û şandeya li gel wê komploya navnetewî ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê bû.

Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û heyeta pê re li bajarê Florensa yê Îtalyayê bi Şaredariya Floransayê re hevdîtin pêk anî.

Şandeyê bi wesîleya 23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di civînekê de ji meclîsa bajêr xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar bike û ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê. Şandeyê ji bo meşa protestoyî ya 12'ê Sibatê ku wê li paytext Roma û Mîlanoyê bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê were lidarxistin, banga piştgiriyê li hemû gelê Îtalyayê kir.

Şaredarê Floransa û nûnerên wê, bi bîr xistin ku ew şaredariyên bi şaredariyên Kobanê re xwişk û bira ne û diyar kirin ku ji sala 2015’an ango ji şerê li dijî DAÎŞ’ê û vir ve di hemû çalakiyên ji bo aştiyê de li gel gelê Kurd in û wan têkoşîna gel a 40 salî pejirandine.; soz dan ku wê careke din di meclîsên xwe de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin ziman û wê tevlê meşa ku li Romayê wê were lidarxistin bibin.