Meşa dirêj a li Hannoverê di roja duyan de didome

Meşa dirêj ku ji bo şermezarkirina salvegera 23'an a komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hannover a Elmanyayê dest pê kirî, di roja duyan de didome.

Meşa Dirêj li Belçîka, Hollanda, Fransa û Elmanyayê roja şemiyê dest pê kir. Kurd û dostên wan komploya navnetewî ya 15'ê Sibata 1999'an a li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kirin û xwest ku Ocalan azad bibe.

Roja duyan a meşa Hannoverê saet 11:30'an li Laatenzenê dest pê kir. Tê payin ku êvarkî meş bi mîtîngekê biqede.

Meşa li bajarê Rennesê ya Fransayê, ya li Leuven a Belçîkayê, Kîel a Elmanya û Amsterdam a Hollandayê didome.