Li Swîsreyê hêrsa li hemberî dewleta Tirk nasekine
Di çalakiyên ku li bajarên Lûzern û Chûr a Swîsreyê hatin lidarxistin de Kurdistanî û dostên wê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk daketin qadan û peyama “Berxwedana me wê bidome” dan.
Di çalakiyên ku li bajarên Lûzern û Chûr a Swîsreyê hatin lidarxistin de Kurdistanî û dostên wê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk daketin qadan û peyama “Berxwedana me wê bidome” dan.
Li bajarên Lûzern û Chûr ên Swîsreyê êrîşên bombeyî yên dewleta Tirk a dagirker ên di şeva 1’ê Sibatê de li ser Mexmûr, Şengal û Rojava hatin protestokirin.
LÛZERN
Tevî Kurdistaniyan, saziyên şoreşger ên Swîsreyê jî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiya li bajarê Lûzernê.
Di çalakiya ku li Bahnhofplatzê hat lidarxistin de, ji bo kesên di bombebaranê de şehîd bûne deqeyek rêz hat girtin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Ercan Guneş li vir axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji ber têkçûna giran a DAÎŞ'ê ya li Hesekê, bi konsepteke nû ya komkujiyê ya bi çeteyên DAIŞ'ê re êrîşî Mexmûr, Şengal û Rojava ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de dîrok nivîsandin kir.
Guneş got, “Êrîş li her parçeyê Kurdistanê ji ku û ji kê bê bila bibe, em ê weke gelê Kurd bi xwedîderketina li xeta berxwedanê ya Rêbertiya xwe û gerîla bersivê bidin êrîşên hêzên qetlîamkar û hevkarên wan.”
Çalakiya ku bi xwendina daxuyaniyên bi zimanê Elmanî dewam kir, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
CHÛR
Qadeke din a çalakiya Kurdan bajarê Chûr bû. Kurdistaniyên ku danê êvarê li navenda bajêr hatin cem hev, hêrsa xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk anîn ziman.
Berdevkê Înîsiyatîfa Civaka Demokratîk a Chûr Kureyş Doymaz jî got, “Em van êrîşên dijmirovî yên li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û li ber çavên cîhanê pêk hatin, şermezar dikin. Dîsa em bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî van êrîşan protesto dikin. Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî neçar in ku li hemberî van êrîşên qetlîamê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em weke Kurd li kuderê bin bila bibin, em ê êrîşên dewleta Tirk a qirker teşhîr bikin; Em ê berdewam berpirsyariyên NY’yê û saziyên navneteweyî bînin bîra wan.”
Çalakî bi axaftinên saziyên şoreşger ên Swîsreyî yên dilsoziya xwe bi gelê Kurd re anîn ziman ve dewam kir. Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.