Li Bernê ji bo şehîdên Hesekê merasîma bîranînê hat lidarxistin
Ji bo 121 sivîl û şervanên li Hesekê şehîd bibûn, li paytexta Swîsre Bernê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin û berxwedana QSD’ê hat silav kirin.
Ji bo 121 sivîl û şervanên li Hesekê şehîd bibûn, li paytexta Swîsre Bernê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin û berxwedana QSD’ê hat silav kirin.
Ji bo 121 sivîl û şervanên ku li bajarê Hesekê yê di Pêngava Gurza Gelan a li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bibûn li paytexta Swîsre Bernê, merasîmeke bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve hat lidarxistin.
Li salona bîranînê ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê hate lidarxistin, wêneyên şervanên ku di Pêngava Gurza Gelan de şehîd bûne, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên YPG û YPJ’ê hatin daliqandin.
Kurdistaniyên li gelek deverên Swîsreyê dijîn tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de nûnerên partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên weke PYD, Pêşverû, El-Wehdî û PDK-S El Partî amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, malbatên têkoşerên di Pêngava Gurza Gelan de şehîd bûne, axaftin kirin. Malbatan berxwedana QSD'ê silav kirin û bal kişandin ser hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re.
Siyasetmedar Hozan Botan jî piştî axaftina malbatan axivî û got ku şervanên li Rojava li dijî hemû êrîşan bi qehremanî li ber xwe didin. Botan destnîşan kir ku şervanan berxwedaneke bi rûmet li pey xwe hiştin û diyar kir ku Şoreşa Rojava wê ji bo gelan bibe hêviyek.
Li ser navê PYD’ê Abbas Omer, li ser navê PDK-S El Partî Ednan Dûmanî, li ser navê El-Wehdî Şêxmûs Şêx, li ser navê Partiya Pêşverû Salar Temir û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Mehmet Goksûngûr axaftineke kurt kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd.
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.