Meşa dirêj ya ji Frankfûrt heta Strasboûrgê destpêkir
Bi boneya 23’mîn salvegera komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê destpê kir.
Bi boneya 23’mîn salvegera komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê destpê kir.
Ji gelek welatên cîhanê gelek ciwanên Kurd û aktîvîstên enternasyonalîst li bajarê Frankfurtê hatin cem hev.
Ciwanan bi armanca şermezarkirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 23. de li navenda bajêr li Haûptwache dest bi meşa xwe kirin.
Hem li qada meclîsê hem jî di tevahiya meşê de timî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
Çalakgeran êlekên ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser wan hebûn li xwe kiribûn û bi berzkirina dirûşmeyan û vekirina pankartan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd kirin.
Rawestgeha yekem a vê meşa dirêj a ku li Frankfurtê destpê kir, wê bajarê Darmstadt be. Meşa ku wê di 12'ê Sibatê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi dawî bibe, wê li wir ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê wê çalakiyeke mezin bê lidarxistin.
Ciwanên ji Meksîka, Brezîlya, Îtalya, DYE, Îspanya, Elmanya, Fransa û gelek welatên din ên Ewropayê tevlî meşa dirêj bûn.