Li Helsînkî şehîdên Hesekê hatin bîranîn

Kurdistaniyê li paytexta Fînland Helsînkiyê dijî ji bo bîranîna 121 sivîl û şervanên ku di pêngava Gurza Gelan de şehîd bibûn merasîmek lidar xistin.

Îro li paytexta Fînland Helsînkî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) merasîma bîranînê ji bo şehîdên pêngava Gurza Gelan a li Hesekê hat li darxistin.

Bîranîn bi tevlîbûna gel piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê despêkir.

Piştî rêzgirtinê li ser xebat û nirxê şehîdan axaftin hatin kirin. Nûnerê Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Surîyê Heval Çiya jî axaftinek pêşkêş kir û derbarê êrişa DAÎŞ’ê ya li ser bajarê Hesekê û bi giştî li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û planên dijminan ên li ser wê agahî dan.

Piştî axaftinan sînevizyonek derbarê kêliyên têkoşîn û berxwedaniya şervanên azadiyê hat nîşandan.

Merasîm piştî temaşekirina sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.