Li Hannoverê tevî provakasyona polîsan meşiyan
Di roja dawî ya meşa li Hannoverê de provakasyonên polîsên Elmanî ku bi hêcetên cûr bi cûr pêk dianîn nekarî coşa gel xirab bike.
Di roja dawî ya meşa li Hannoverê de provakasyonên polîsên Elmanî ku bi hêcetên cûr bi cûr pêk dianîn nekarî coşa gel xirab bike.
Di roja dawî ya meşa du rojan a li Hannover a Elmanyayê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina li ser êrîşên dijmirovî yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Şengalê hat lidarxistin de NAV-YEK, Yekîtiya Hêza Demokratîk (DGB) û bi sedan Kurdistanî tevlê bûn.
Girse ji bo meşa ku bi pêşengiya NAV-DEM Hannoverê hatibû organîzekirin, li ber Laatzen/Zentrûmê li hev civiyan û bi qasî 15 km meşiyan. Li Dohrenê piştî navbereke 20 deqeyî gel heta ber Hannover Haûptbahnhofê meşiya.
Tevî ku gelek caran polîsên Elman bi hincetên cuda provakasyon pêkanîn, lê gel ji coşa xwe tawîz neda.
Çalakî piştî daxuyaniyan bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.