Êrişên dewleta Tirk li Karlstadê hat protestokirin
Kurdên li bajarê Karlstad a Swêdê dijîn li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî wê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê çalakiyek protestoyî lidarxistin.
Kurdên li bajarê Karlstad a Swêdê dijîn li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî wê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê çalakiyek protestoyî lidarxistin.
Di çalakiya li bajarê Karlstad a Swêdê hat lidarxistin de, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya li Karlstadê (NCDK-KARLSTAD) Abdîn Raslîko daxuyaniyek da û got, “Ev êrîş bi destê dewletên desthilatdar û hêzên nawnetewî yên wek Rûsya, hemû di nava wê plana qirêj de cihê xwe girtin.
Di plana wan de têkbirina statuya Rojava û dîsa bi destê DAÎŞ’ê û Tirkiyê vegeriyaban ser statuya berê. Lihevkirina wan ev bû.
Lê ev plan bi berxwedaniya QSD’ê hate şikandin û hemû xeyalên wan di gevriya wan de ma.
Em bang li hêzên nawnetewî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku rê li ber darizandina van çeteyên li Rojava veke û ev werin dadgehkirin an jî hemû welat weletiyên xwe bigrin.”
Piştî axaftinê çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD, YPG, YPJ” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.