PCF: Dewleta Tirk hovane êriş dike
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û got ku “Dewleta Tirk hovane êriş dike” û peyama piştewaniyê da gelê Kurd.
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û got ku “Dewleta Tirk hovane êriş dike” û peyama piştewaniyê da gelê Kurd.
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tirkiyeya Recep Tayyîp Erdogan êrîşên xwe yên sûc ên li dijî gelê Kurd bi awayekî hovane didomîne" û ev tişt hatin gotin,
'TIRKIYE BI KERIYÊN KUJER RE LIHEV DIKE'
“Rojane bomberdûman berdewam dikin, di 1’ê Sibatê de li dijî herêma Şengalê û wargeha penaberan a Mexmûrê ya li Iraqê êrîşeke hovane hate kirin, li aliyê din jî êrîşeke hovane li dijî şêniyên Efrînê yên ku ji aliyê alîgirên Îslamîst ên artêşa Tirk ve ji warên xwe hatin koçberkirin û niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn pêk anî.
Ev êrîş hemwext bûn ligel êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên bi armanca revandina cîhadîstên girtî yên li girtîgeha Hesekê. 121 sivîl û şervanên Kurd li wir hatin kuştin. Êrîşên hevpar ên mijara gotinê nîşan didin ku lihevkirina veşartî ya di navbera Tirkiye û keriyên qatil de didome. Serkêşê DAÎŞ’ê yê hatî kuştin, li parêzgeha Idlibê ya di bin kontrola Tirkiyê de xwe veşartibû.
Ev êrîş û êrîşên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd a ji aliyê Receb Tayîb Erdogan e.
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) van êrîşên nû şermezar dike, ji Fransa û Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku siyaseta R.T. Erdogan red bike û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Kurdan ve tê piştgirîkirin."