Li Sydneyê bi konvoya wesayîtan xwepêşandan hat lidarxistin
Kurdistaniyên li bajarê Sydney a Awûstûryayê dijîn bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandaneke konvoyî lidar xistin.
Kurdistaniyên li bajarê Sydney a Awûstûryayê dijîn bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandaneke konvoyî lidar xistin.
Çalakgerên ku danê sibehê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sydney kom bûn, bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwepêşandaneke konvoyî lidarxistin.
Di axaftina li ser navê komîteya amadekar hat kirin de hate gotin ku "Rêber Apo vîna me ya qeydkirî ye" û hat destnîşankirin ku ew ê asta têkoşînê hîn zêdetir bilind bikin û sala 2022'an bikin sala azadiya Abdullah Ocalan.
Bi dehan wesayît ji NCDK'ê ber bi navenda bajêr ve 3 saetan bi berzkirina dirûşmeyan ajotin.
Di çalakiya ku gelê Sydneyê eleqeyek mezin nîşanî wê da, li ber parlementoya NSW'ê re derbas bû û dîsa vegeriyan NCDKê.