KCDK-E: Li dijî komployê banga seferberiyê kir
KCDK-E bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî meşa dirêj kir ku wê li dijî komploya navnetewî bi dirûşma, ''Ji Ocalan re azadî! Em li azadiya wî radiwestin!'' were kirin.
KCDK-E bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî meşa dirêj kir ku wê li dijî komploya navnetewî bi dirûşma, ''Ji Ocalan re azadî! Em li azadiya wî radiwestin!'' were kirin.
KCDK-E'yê got, ''6'ê Sibatê di çalakiyên global e ku bi dirûşma, ''Ji Ocalan re azadî! Em li azadiya wî radiwestin!'' li dijî komplo û tecrîdê em ê seferber bibin.''
Bi berdewamî derheqê meşê hate gotin, ''150 enternasyonalîst, nûçegihan, hunermend, anarşîst û şexsiyet ên ku ji her devera cîhanê seferber bûne, wê weke baskekî meşa dirêj ku wê ji Frankfûrtê dest pê bike, bi rengê ku 12'ê Sibatê li Strasboûrg a Fransayê bin dest bi meşa dirêj bikin.
Baskê duyan ku ji ciwanan pêk tê, 6'ê Sibatê ji bajarê Baselê yê Swîsreyê heta bi Strasboûrgê ya Fransayê bimeşin û 12'ê Sibatê ew û baskê enternasyonl bigihijin hev.
Di sala 23'yan a komploya navnetewî de, pêngava ji Rêber Apo re azadî, wê komployê belawele bike û bersiva hewce dîsa bide hêzên komploger. Pêngava, ''Ji Ocalan re azadî! Em li azadiya wî radiwestin'' seferberiya wê ye ku azadiya Rêber Apo daye ber xwe û vê komployê pûç bike.''
Bi berdewamî hate gotin seferberbûna li meşa ku wê 3 rojan bidome ji bo pûçkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî roleke girîng be û bang li Kurdistanî, demokrat, şoreşger, femînîst, ekolojîst, dilxwazên azadî û demokrasiyê hate kirin ku bi rihê seferberiyê tevlî meşê bibin.
Her wiha hate gotin, ''Ji bo tevlêbûna li meş û mîtînga ku wê bi tevlêbûna welat û herêmên nêzî meşa dirêj ku 12'ê Sibatê wê bigihije Strasboûrgê, pêk be, ji niha ve divê em seferber bibin.
Adrêsa meşa 12'ê Sibatê: 9 Pl. de la Gare 67000 Strasboûrg.''