EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Cenevreyê konferans: Bêdengmayina li hemberî çekên kîmyewî hevpartiya bi sûcê ye
Li bajarê Cenvre yê Swîsreyê li dijî êrişên bi çekên Kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker konferansek hat lidarxistin û hate gotin, “Bêdengmayin hevpartiya bi sûc e.” -
Li Lûzern û Zurîhê ji bo PKK’ê îmze hatin komkirin
Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin li Lûzern û Zurîhê gelek îmze hatin komkirin. -
Uca: Divê qeda ezmanî ya Şengalê li balafiran were qedexekirin
Wekîla HDP'ê Feleknas Uca li Desteya Giştî ya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (DGMPKE) axivî, diyar kir dronayên biçek ên dewleta Tirk Şengalê bombe dikin û got,''Divê qada ezmanî ya Şengalê li balafiran were qedexekirin.'' -
‘Sedema herî mezin a qedexeya li ser PKK’ê bazirganiya çekan e’
Parêzerê Elman Roland Meîster ku destekê dide kampanya ku PKK ji nav lîsteya ‘teror’ê were derxistin, ji Dîe Lînke Lukas Eîtel û Berdevkê Partiya Komunîst a Fransayê Cyrîl Benîot gotin sedema sereke ya qedexeya li ser PKK’ê bazirganiya çekan e. -
Li Hambûrgê standa îmzeyan: PKK nûnerê rewa yê gelê Kurd e
Di çarçoveya kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ku hatî destpêkirin de li Hambûrgê standek hat danîn, di standê de bi sedan îmze hatin komkirin. -
Li Zanîngeha Londonê standa îmzeyan a li dijî qedexeyê
Li paytexta Îngilistan Londonê, standa îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK'ê hate danîn, gelekî bala xwendekaran kişand. -
'Nobeda Azadiyê' bi koma ji Cenevreyê dewam dike
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin û her hefte bi komeke cuda dewam dike, vê hefteyê bi koma NCDK-Cenevreyê didome. -
'Destpêkê divê ez tevlî bibim'
Ahmet ku di dema karê ciwanan de hate girtin, piştî ku hate berdan ji birayê xwe Delîl re got ku wê tevlî gerîla bibe. Lê belê Ahmet jî biryara tevlîbûnê daye. Ji hev re dibêjin, "Destpêkê divê ez tevlî bibim" û dawiya dawî bi hev re tevlî dibin. -
Li Monchengladbachê standa îmzeyan
Ciwanên TCŞ‘ê û Yekitiya Jinên Kurd a Elmaniya ji bo qedexeya li ser PKK’ê li Monchengladbachê standa îmzeyan vekir. -
Ciwanên Kurd: Heta tecrîd bidome em ê li qadan bin
Rêxistinên Ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin. Ciwanan diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome, wê çalakiyên xwe bidomînin. -
Li bajarê Saarbruckenê standa îmzeyan
Li bajarê Saarbruckenê ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin îmze hatin komkirin. -
Ji bo girtiyên siyasî li Hollanda, Swêd û Swîsreyê pirsname hatin dayîn
Derbarê rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de ne, li Hollanda, Swêd û Swîsreyê pirsname pêşkêşî meclîs û parlementoyan hatin kirin. -
Li hemberî qedexeya li ser PKK’ê li Parîsê standa îmzeyan hate vekirin
Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin li Parîsê îmze hatin komkirin. -
'Li dijî dewleta Tirk a piştevanê DAÎŞ'ê divê helwest bê nîşandan'
Gelek rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku hinek hêz dixwazin dîsa DAÎŞ’ê xurt bikin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bila li hemberî êrişên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk bêdeng nemînin. -
Kirstein: Ewropa bi saya PKK'ê aram e
Endamê Meclîsa Şaredariya Zurîchê Andreas Kirstein anî ziman ku bi saya têkoşîn û berdêla PKK'ê Ewropa ji DAÎŞ'ê hatiye parastin. -
Li Munih û Kolnê li dijî qedexeya li ser PKK’ê stand hatin vekirin
Li Munih û Kolnê li dijî qedexeya li ser PKK’ê stand hatin vekirin û gelek îmze hatin komkirin. -
Dadgeha Federal qedexeya Mezopotamya û Mîr pejirand
Li Elmanyayê Dadgeha Îdarî ya Federal di sala 2019’an de qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzik ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve “li gorî qanûnê” dît. Têkoşîna hiqûqî ya saziyên Kurd wê bi dadgeheke bilind bidome. -
Çalakiya Çarşemiyê ya li Cenevreyê: Teşhîrkirin didome
Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya rûniştinê ya Kurdan a li ber NY’ê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi biryardarî dewam dike. -
Ciwanên ku li Hollandayê hatibûn girtin, hatin berdan
Ciwanên Kurd ên ku li Hollandayê li avahiya OPCW’ê çalakî kiribûn û du meh in girtî ne, hatin berdan. -
Li Elmanyayê rûniştina doza li ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê tê kirin
Li Dadgeha Îdareyê ya Federal a Elmanyayê rûniştina doza li ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê tê kirin. Gelê Kurd û dostên wan ji bo piştgiriya her du saziyan li pêşiya avahiya dadgehê çalakiyek kirin. -
Li dijî êrişên dagirkeriyê li Londonê meş hate lidarxistin
Li dijî êrişên dagirker û qirker bi pêşengiya endamên TÊKO-JIN û TCŞ'ê li Londonê meşek hate lidarxistin. -
Jinan li dijî qedexeya li ser PKK‘ê stand vekir
Li Dûîsbûrgê ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin standa îmzeyan hate vekirin. -
KOMAW'ê têkildarî êrişa DAÎŞ'ê daxuyanî da
KOMAW'ê diyar kir ku ew êşa malbatên şervanên ku li Hesekê di êrişa DAÎŞ'ê de şehîd bûn parve dikin û ji bo her cûre piştgiriyê amade ne. -
Îmtihana dadgeriya Elman a li ser çanda Kurd
Li Elmanyayê, doza li dijî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîkê, ku du saziyên girîng ên Kurdan e, roja Çarşemê li Dadgeha Îdareyê ya Federal dest pê dike. -
Mäder: Divê PKK ji wê lîsteyê bê derxistin
Akademîsyenê Swîsreyî Ueli Mäder ku xwediyê Xelata Eric Fromm e, diyar kir ku divê PKK ji lîsteya 'rêxistina terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û got, bi têkiliya li ser bingeha rast pirsgirêk dikarin bêne çareserkirin.