Li Cenevreyê konferans: Bêdengmayina li hemberî çekên kîmyewî hevpartiya bi sûcê ye

Li bajarê Cenvre yê Swîsreyê li dijî êrişên bi çekên Kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker konferansek hat lidarxistin û hate gotin, “Bêdengmayin hevpartiya bi sûc e.”

Di konferansa ku ji aliyê Înîsiyatîfa Dijî Çekên Kîmyewî yên li Kurdistanê li Zanîngeha Cenevreyê hat lidarxistin de, li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker peyamek ji raya giştî ya cîhanê re hat dayîn.

Di konferansê de Parlamentera Koalîsyona Çep a Radîkal EAG Stefanîe Prezîoso, Parlamenterê Federal û Hevberdevkê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Swîsreyê Carlo Sommarûga, ji Başûrê Kurdistanê Dr. Abbas Mansûran û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ramazan Baytar weke axaftinvan cih girtin. Her wiha sînevîzyona ku nûnerek ji Herêmên Parastinê yên Medyayê şandibû hate temaşekirin.

'ME ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ BELGE KIRIN'

Dr. Abbas Mensûran anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî ji 18'ê Cotmehê û vir ve dewam dike û ev êrîş herî zêde wê demê li Serêkaniyê hat jiyîn. Mensûran diyar kir: “Ev êrîş weke tawîzên ku di serdema Trûmp de ji Erdogan re hatibûn dayîn, hatin kirin.” û wiha pêde çû:

"Me di vê heyamê de li gelek herêman bi taybetî li Til Temir û Hesekê lêkolîn kirin. Di lêkolînên me de hat dîtin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û me ev rastî belge kir û wê demê bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Me ev belge di konferansa ku me li Parîsê lidar xistî de bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî (OPCW) parve kir."

'GELÊ KURD BI GEFÊN KOMKUJIYÊN NÛ RE RÛ BI RÛ YE'

Carlo Sommarûga destnîşan kir ku haya wan ji êrîşên li dijî gelê Kurd heye û gelê Kurd di nava şert û mercên dijwar de di bin gefa komkujiyeke nû de dijî û got, "ji bo ku ez dilsoziya xwe nîşanî gelê Kurd bidim, ez li vir im."

Sommarûga diyar kir ku ji bo têkoşîna gelê Kurd were dîtin wan li Meclîsa Federal Koma Dostaniya Kurdan ava kirin û bal kişande ser wê yekê ku ji sala 2016’an û vir ve mafên mirov ên gelê Kurd tine tê hesibandin û bi hemû dijwariya xwe ji aliyê dewleta Tirk ve tê hedefgirtin. Sommarûga got, "Dîsa êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya herî dawî ya bi alîkariya dewleta Tirk li dijî girtîgeha ku girtiyên DAÎŞ'ê yên li Hesekê lê ne hat pêkanîn û bersiva ku li hemberî êrîşê hate dayin bi rengekî têrker di çapemeniya cîhanê de nebû rojev. Ez dixwazim careke din van bûyeran şermezar bikim."

Sommarûga bal kişande ser derdorên navneteweyî ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk tenê bi hişyariyan sînordar manî û pêkanînên cezayî yên pêwîst nehatine bicihanîn û da xuyakirin ku bêdengiya dewletên cîhanê ya li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd tên kirin, nayê qebûlkirin.

Sommarûga diyar kir ku ger ev bêdengî dewam bike, tê pêşbînîkirin ku arastekirina van êrîşan li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava be û got, "Me pêşniyarên ji bo lêkolînkirina vê mijarê û pêkanîna cezayên pêwîst pêşkêşî Parlamentoya Federal kir. Lê belê bêdengiya li vir dewam kir. Heta niha bersiv ji pêşniyara me re nehatiye dayîn. Em şopdarên vê bûyerê ne. Ez li vir dubare dikim ku em ê şopdarê bûyerê bin."

 'EWROPA JI BER BERJEWENDIYÊN BAZIRGANÎ BÊDENG E'

Stefanîe Prezîoso diyar kir ku sedema sereke ya bêdengiya welatên Ewropayê li hemberî van şer û sûcên li dijî mirovahiyê, tenê berjewendiyên bazirganî yên welatên Yekîtiya Ewropayê ne. Prezîoso anî ziman, " Em ê bêzarkirina van hêzên ku li hemberî vê rewşa ku berevajî hiqûqa navneteweyî ye bêdeng dimînin bidomînin. Em ê nîşanî wan bidin ku gelê Kurd ne bi tenê ye. Dema vê yekê bikin jî em ê teşhîrkirina rejîma Erdogan û komên çete yên ku destekê dide wan bidomînin. Raya giştî ya Ewropayê berpirsiyar e ku demildest li dijî rejîma qetlîamker bikeve nava liv û tevgerê. Pêwîstiya huqûqa navnetewî jî ev e."

Ramazan Baytar jî axivî û got, "Belgeya ku nîşan dide dewleta Tirk a dagirker çi li Efrîn, çi li Serêkaniyê û çi jî li Girê Spî çekên kîmyewî bikar aniye, bi delîlan hatiye îspatkirin. Tevî vê rastiya belgekirî û îsbatkirî jî, peymanên Cenevreyê yên li dijî vî sûcê mirovahiyê pêk nayên. Ligel vê jî PKK'ê ya ku ev 40 sal in têkoşînê dimeşîne, hedef tê girtin."

Baytar di dewamê de diyar kir ku valakirina 3500 gundên ku di cîhanê de bêhempa ye, cihekî wê di peymana Cenevreyê de tineye û wiha axaftina xwe bidawî kir, "Sûcên bêhesab ên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd hatine kirin, ti cihekî wê di hiqûqa navneteweyî û ti hiqûqa şer de tine ye."

Konferans bi nîşandayina peyama bi dîmen ê nûnerê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ku behsa berxwedana serdemê ya li dijî êrîşên nemirovî kir dewam kir.

Li ser navê Însiyatîfa Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî ya li Kurdistanê Pîerre Peatellî ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku ewê di qada navneteweyî de teşhîrkirina şer û sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê bidomînin.