Li bajarê Saarbruckenê standa îmzeyan
Li bajarê Saarbruckenê ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin îmze hatin komkirin.
Li bajarê Saarbruckenê ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin îmze hatin komkirin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Meclîsa Jinan û Meclîsa Herêmê di çarçoveya kampanyaya ji bo PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, stand hate vekirin. Di standê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û TAJE û TJK-E hatin daliqandin.
Stand bi taybetî ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyek mezin hat û gelek îmze hatin komkirin.
Di çalakiya standê de dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vire“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.
Her wiha di çalakiya standê de peyamên “PKK’ê dawiya DAIŞ hovane anî“ hate dayîn.