Li Lûzern û Zurîhê ji bo PKK’ê îmze hatin komkirin
Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin li Lûzern û Zurîhê gelek îmze hatin komkirin.
Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin li Lûzern û Zurîhê gelek îmze hatin komkirin.
Kampanyaya ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin li Swîsreyê bênavber didome. Gelê Kurd xwedî li kampanyayê derketine û li standan îmzeyan kom dikin.
LÛZERN
Endamên Navenda Civakî ya Kurdan a Kurdan a Demokratîk li Bahnofplatzê stand vekirin. Kurdistaniyên li Lûzernê hatin serdana standê û di nava rojê de îmze dan.
Kedkarên ku her roj tevlî meşên dirêj dibin ji ANF’ê re axivîn. Fatma Tore (65) diyar kir ku gele Kurd ne terorîst û got “Dema ku zarokên me tên kuştin, ev dewlet ji bo kesên ji bo gelê xwe şer dikin re dibêje terorîst. PKK gelê Kurd bi xwe ye. Heta ku em azadiya xwe pêk bînin û aştî pêk were, ez ê bibêjim ez PKK’yî me.”
Salîha Ocalan (57) jî diyar kir PKK ne rêxistineke terorîst e û got “Em vê lîsteyê qebûl nakin. Em PKK ne. Me aştî parast û gelekî ku aştiyê diparêze, nabe ku bibe terorîst.”
Alî Tore (67) jî diyar kir ku xwedîderketina li têkoşîna PKKê tê wateya xwedîlêderketina aştî, demokrasî û azadiyê û got “PKK azadî ye, PKK aştî ye û PKK demokrasî bi xwe ye.”
ZURÎH
Li Zurîhê jî her hefte li navendeke cihê stand tê vekirin û ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin îmze tên komkirin. Endamên Meclîsa Jinan a Bêrîtanê xwedî li çalakiya standê ya vê hefteyê derketin.
Endama meclîsê Newroz Amed diyar kir ku wan li Qada Staûffacherê stand vekirine û divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin.