Uca: Divê qeda ezmanî ya Şengalê li balafiran were qedexekirin

Wekîla HDP'ê Feleknas Uca li Desteya Giştî ya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (DGMPKE) axivî, diyar kir dronayên biçek ên dewleta Tirk Şengalê bombe dikin û got,''Divê qada ezmanî ya Şengalê li balafiran were qedexekirin.''

Uca li rûniştina DGMPKE'yê bal kişande ser êrîşên terorî yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û got, ''Di rewşeke wiha de ku Êzîdî yekîneyên berevaniyê, meclîsên jinan ava dikin û li Şengalê dest bi jiyaneke nû dikin, dewleta Tirk êrîşên ezmanî tîne ser wan. Droneyên çekdar ên Tirk  gelek caran yekîneyên berevaniyê yên Êzîdiyan tehdît dike, wan bombe dike, gelek nexweşxan jî hatin bombekirin û gelek sivîl hatin kuştin. Êzîdî ti gef li Tirkiyê nexwarine, Êzîdiyan qet êrîş nebirine ser Tirkiyê. Hûn çi ji Êzîdiyan dixwazin?  Ên ku ji qirkirina Êzîdiyan xilas bûne ji heqê wan ê sereke ye ku jiyana xwe û welatê xwe ava biin. Civaka navnetewî bi kêmanî dikare wan ji êrîşên ezmanî biparêze. Ji ber vê ez bang dikim qada ezmanî ya Şengalê li balafiran were qedexekirin.''

Ucan her wiha êrîşên li ser Rojava, êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Hesekê li ser girtîgehê û got, ''Di destê çekdarên DAÎŞ'ê de çekên NATO'yê hene. Ez li vir dixwazim biprsim. Çi îşê çekên NATO'yê li Rojava di destê DAÎŞ'ê de heye. Têkoşîna dijî vê pirsgirêkê peywira me hemûyan e. Duh Şengal bû, îro Kobanê, gef li hemû cîhanê tê xwarin.''