Meşa azadiyê ya li Kîelê di roja duyemîn de ye

Kurdistanî û dostên wê li Kîelê meşa ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, di roja duyemîn de didomînin. Tevî barana zêde jî çalakvanan coşa xwe parastin.

Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li bajarê Kîel ê Elmanyayê hatî lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de didome.

Ji Kîel, Hambûrg, Bremen û Oldenbûrgê ku zêdetirî 200 kes ji Kurdistanî û dostên Elman pêk tên, tevlî meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Kîelê ve hatî lidarxistin bûn.

Meşa ku ji taxa Wîk a Kîelê destpê kir, li Gara Trenê ya Navendî ya Kîelê bi dawî bû.

Çalakgerên di bin barana zêde de meşiyan bi dirûşme û tîlîliyan coş dan meşê.