Dewleta Tirk li Lîmasolê hat protestokirin

Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk 1’ê Sibatê bi rengekî hemwext li hemberî Mexmûr, Şengal û Rojava pêkanî, li Lîmasolê hat şermezarkirin.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ku 1’ê Sibatê bi awayê hemwext li dijî Mexmûr, Şengal û Rojava pêk anî, meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Meşa ku bi tevlêbûna Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin, ji pêşiya Navenda Çanda Kurd a Theofîlos heta ber Şaredariya Lîmasolê berdewam kir.

Di meşê de girseyê gelek caran dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Faşîst Erdogan", "Komara dagirkeriyê ya Tirkiyeyê", "Dîktator Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Gerîla” berz kirin. .

Mîtînga ku piştre hate lidarxistin, bi daxuyaniyên endamên Komîteya Piştevaniya bi Gelê Kurd ê Qibrisê û axaftina Endamê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Baran Hebûn re berdewam kir.

Endamê komîsyonê Phoebûs G. Sparos got, "Dewleta Tirk bi êrîşên xwe bi awayekî vekirî nîşan da ku di şexsê gelê Kurd de li dijî yekîtiya gelên li Rojhilata Navîn pozîsyon girtiye. Êrîşa li dijî destkeftiyên gelê Kurd di rastiyê de êrîşa li dijî azadî û yekîtiya gelan e."

Baran Hebûn jî destnîşan kir, “Dewleta Tirk piştî ku hewldanên wê yên dagirkeriyê ya dexwest li Hesekê bi destê DAÎŞ’ê pêk bîne têk çû, piştgiriya hêzên navneteweyî girt û ev êrîş pêk anî.” Hebûn wiha axaftina xwe domand: “Dîktator Erdogan û hemû hêzên ku piştgiriyê didin wî, divê baş bizanin ku wê ti hêz nikaribe rê li ber îdeolojiya azadiyê ya ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn ava kiriye bigire. Ev êrîş wê nikaribin Kurdan û gelê Kurdistanê teslîm bigirin, weke li Garê, Zap, Metîna, Kobanê û herî dawî li Hesekê wê bi berxwedaneke mezintir re rû bi rû bimînin. Ruhê Kemal Pîran ku digot 'Em ji jiyanê bi qasê ku di oxira wê de bimirin hez dikin', , Arînan û Çiyageran ê ku got 'Dawî wê bi heybet be' wê dawiya Erdogan bînin. Li Hesekê gelê Kurd nîşanî dost û dijmin û nîşanî her kesî da ku çawa ne pezê qurbanê ye û li hemberî her êrîşan dikare bi berxwedaneke bi heybet bersivê bide.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.