Li Dûîsbûrgê 121 şehîd hatin bîranîn

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê ji bo bîranîna 121 şehîdên li Hesekê merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê ji bo 121 şehîdên li Hesekê jiyana xwe ji dest dabûn, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Malbata yek ji şehîdên Hesekê Mihemed Salih El Elî (Harûn) jî beşdarî merasîma bîranînê bû. Di axaftina li ser navê malbatê de hat kirin de soza dilsoziya bi şehîdan re hat dayîn.

Hevserokê KOMAW'ê Cemîl Gultekîn jî bal kişande ser girîngiya yekîtiyê.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Çîçek Qamişlo jî destnîşan kir ku êrîşa li ser Hesekê berdewama komploya navneteweyî ye. Qamişlo got, "Weke Kobanê em dikarin bi îradeyeke rêxistinkirî hemû êrîşan pûç bikin."

Li ser navê NAV-YEK'ê Hecî Çelîk jî axaftinek kir.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.