Li Awûstûryayê dewleta Tirk hat şermezarkirin

Li Awûstûryayê dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û şehîd hatin bîranîn.

Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin û 121 kesên li Hesekê şehîd bûn bi bîr anîn.

Di mîtînga ku ji aliyê Hêzên Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî ya li Înnsbrûckê ve hat organîzekirin de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Her wiha di mîtîngê de hovîtiya dewleta Tirk bi axaftinên bi zimanê Elmanî ji raya giştî re hate vegotin. Mîtîng 2 saetan berdewam kir.