EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Qibrisê jin pêşengên kampanyayê ne
Endamên Însiyatîfa Jinên Kurd ên Qibirsê ji bo ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ li Parka Moloz stand danîn û gelek îmze berhevkirin. -
'Bazara li ser Kurdan' a li NATO'yê, li bajarê Gavle'yê hate şermezarkirin
Bazara ku di berdêla endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATO'yê bi dewleta Tirk re li dijî Kurdan hate kirin, li bajarê Gavleyê ji aliyê enternasyonalîstan ve hate şermezarkirin. -
KCDK-E: Em ê karên avakirinê û têkoşînê xurtir bikin
KCDK-E'yê destnîşan kir ku xiyanet û dagirkerî bi berxwedaneke mezin dikare bê têkbirin û got, "Li her qada civakî em ê karên avakirinê û têkoşînê xurtir bikin." -
Girtina ciwanê Kurd li Bernê hate protestokirin
Li Kantona Bernê, girtina ciwanê bi navê Yaser Ornek ê li Elmanya hate girtin bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Li Qibrisê di rojekê de 3500 îmze hatin berhevkirin
Li Qibrisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de di rojekê 3500 îmze hatin berhevkirin. -
Şoreşgerên Elman Dilsoz û Şiyar li Karlsruhê hatin bîranîn
Kevîn Jochîm (Dilsoz Bahar) û Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) yên ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de şehîd bûbûn li bajarê Karlsruhê hatin bîranîn. -
Navenda PEN a Kurd kongreya xwe ya 11'emîn lidar xist
Navenda PEN a Kurd kongreya xwe ya 11'emîn lidar xist û rêveberiya xwe nû kir. Anîsa Cahferîmehr û Omer Fîdan bûn hevserokên nû yên Navenda PEN a Kurd. -
Nobeta Azadiyê bi endamên NCDK a Lûzernê dewam dike
Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 11 sal in pêk tê, vê hefteyê bi endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Lûzernê dewam dike. -
Elmanya bi fikar e ku gaza Rûs bi temamî li ser bê birîn
Elmanya bi fikar e ku piştî karê lênihêrînê yê salane yê li Xeta 1'ê ya Herikîna Bakur, gaz bi temamî bê birîn. -
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Solothurnê hatin bibîranîn
Li Solothurnê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Endama TJK-E’yê Zozan Serhat di bîranînê de axivî û got: “Em destûra Lozaneke din nadin. Erka me, gur û geşkirina têkoşînê li her derê ye.“ -
Kurê Qazî Mihemed Elî Qazî wefat kir
Kurê Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Elî Qazî Mihemed îro di saetên serê sibehê de li bajarê Bonn yê Elmanyayê wefat kir. -
Kurd û Swêdî li dijî bazara li ser Kurdan meşiyan
Li Stockholmê bi hezaran Kurdistanî û Swêdî daketin qadan û li ber bazara li ser Kurdan rabûn, ku di berdêla endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê bi dewleta Tirk re peyman hate mohrkirin. -
Şehîdên Zapê li Lavrîoyê hatin bîranîn
Ji bo gerîlayên ku li Zapê şehîd bûn li kampa Lavrîo ya Atînayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. -
Ciwan li dijî tecrîd û dagirkeriyê meşiya
Ciwanên Kurd ên li Stûttgartê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê meş li dar xistin. -
Kampanya berhevkirina îmzeyan berdewam dike
Li Frankfûrtê kampanya berhevkirina îmzeyan a li dijî qedexeyan hatiye destpêkirin, berdewam dike. -
KCDK-E’yê Cejna Qurbanê pîroz kir
KCDK-E’yê Cejna Qurbanê pîroz kir û banga hevgirtin û têkoşînek xurtir li gel kir. -
KON-MED: Bila Cejna malbatên şehîdan û ya hemû Misilmanan pîroz be
KON-MED’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û got “Divê em bibin deng û hilma gerîlayên Kurd ên têdikoşin da ku vê axê bikin cihê cejnê.” -
Kordînasyona civaka Êzidî ya Ewrûpayê Cejna Qurbanê pîroz kir
Kordînasyona civaka Êzidî ya Ewrûpayê bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê li civaka Êzidî, gelê Kurd û Kurdistanê û li hemû mirovahiyê pîroz kir. -
Li stasyona trenê ya Zurîhê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin
Ciwanên li Zurîhê bi pankartên “Ji Guantanamo-ÎMRALÎ ya Tirkiyê re na”, “Ji Rêberê Gelê Kurd A. Ocalan re azadî” li stasyona trenê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd. -
Komîsyona Jinan a Lîmasolê soza berhevkirina ewqas îmzeyên din jî da
Li Lîmasolê ku ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyên qedexekirî’, kampanyaya berhevkirina 5 hezar îmzeyan ya hatî armanckirin didome, Komîsyona Jinan a di bin banê Meclîsa Navenda Çandê ya Kurd Theofîlos de ketiya hewla berhevkirina 5 hezar îmzeyên din jî. -
Li ser daxwaza Tirkiye ciwanê Kurd li Elmanya hate girtin
Ciwanê Kurd ê bi navê Yaser Ornek ê tevlî mafê wî yê nîştecêbûnê ya li Swîsreyê heye jî, li Elmanyayê hate destgîrkirin, li ser daxwaza Tirkiye hate girtin. -
Berxwedêrên rojiya mirinê li kampa piştevaniyê hatin ba hev
Ji bo berxwedêrên ku di rojiya mirinê de tenduristiya xwe winda kirin, li kampa piştevaniyê ya Kantona Bernê ya Swîsreyê hatin cem hev. -
Meclîsa Elman pêşniyara 'Bila Qirkirina Êzidiyan bê naskirin' qebûl kir -NÛ BÛ
Pêşniyara Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal, ku dixwaze Qirkirina Êzidiyan a sala 2014'an bi destê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate kirin bê naskirin, li civata giştî ye meclîsê hate qebûlkirin. -
PCF: Dev ji bazirganiya li ser Kurdan berdin!
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ku li Parlamenta Fransayê tê temsîlkirin, nerazîbûneke tund nîşanî bazirganiya li ser Kurdan da ku di civîna NATO'yê de hate kirin. PCF'ê her wiha ev hişyarî da: "Dev ji bazirganî û hesabên li ser gelê Kurd berdin." -
Şoreşgerên Elman ên li Kurdistanê şehîd bûn wê bêne bîranîn
Şoreşgerên Elman Kevîn Joachîm (Dilsoz Bahar) û Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) ku di demê cuda de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd şehîd bûn, wê 10'ê Tîrmehê li Karlsrûheyê bêne bîranîn.