KCDK-E: Em ê karên avakirinê û têkoşînê xurtir bikin

KCDK-E'yê destnîşan kir ku xiyanet û dagirkerî bi berxwedaneke mezin dikare bê têkbirin û got, "Li her qada civakî em ê karên avakirinê û têkoşînê xurtir bikin."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi dirûşma "Em bi ruhê berxwedana Zapê pergala xwe ya neteweya demokratîk ava bikin, em ê mêtîngeriyê ji Kurdistanê derxînin", civîna xwe ya salane lidar xist. Encamên civînê bi daxuyaniyekê hatin parvekirin. Encamnameya civînê wiha ye:

"Civîna salê ya KCDK-E'yê bi tevlîbûna 180 delegeyên ji hevserokên welat û yên herêmê, nûnerên pêkhateyan, jin, ciwan, navendên komîn, meclîs, bawerî û yên parçeyan, bi îradeyeke mezin a têkoşînê bi dawî bû.

Civîna me ya salane di pêvajoyeke êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê de pêk dihat. Di 4 rojên civînê de ji bo destnîşankirina sekneke bi bandor a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîqaşên berfireh hatin kirin. Civîna me ya ku li dijî polîtîkayên şer û qirkirinê yên ku gefê li tevahiya Kurdistanê dixwe, îradeya mezinkirina têkoşînê derxist holê û bi biryardayîneke mezin a têkoşînê bi dawî bû.

Di pêvajoya ku azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk ketiye nav hev de, êrîşên qirkirinê yên dagirker her ku diçe zêde dibin. Polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker ku di nava qeyran û xitimandineke mezin de ye, li pêşberî berxwedana Rêber Apo, gerîla û gelê Kurdistanê bi piranî vala hatiye derxistin.

Civîna me ya salane bi hişmendiya ku azadiya Rêber APO tê wateya azadiya Kurdistanê de lihevkirinek mezin derxist holê. Pejirand ku vê yekê weke rêgez û xeteke bingehîn di her karî de pêk bîne. Nîşan da ku misogerkirina azadiya Rêbertî û Kurdistanê tenê bi têkoşîn û berxwedaneke mezin ku dagirkerî û xiyanetê têk bibe, pêkan e. Civîna me ya salane, xiyaneta malbata Barzanî ku bi êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst re tîfaqeke qirêj çêdike û hemû destketiyên neteweyî û civakî yên gelê Kurd dixe metirsiyê, mehkûm dike, gihîşt biryara têkoşîna bênavber a li dijî her cureyên xiyanetê. 

Civîna me ya salane ya ku biryardariya domandin û xurtkirina pêngava 'Dem hatiye', 'Dem dema azadiyê' nîşan da, ku azadiya Rêber APO û Kurdistanê ji xwe re dike esas, bi nûkirina xebatên pêngavê ve planên nû ji xwe re destnîşan kir. Li qadên bîrdozî, civakî, siyasî, dîplomatîk û çalakiyan biryarên berfireh hatin wergirtin û hedefên sala têkoşînê hatin zelalkirin.

Civîna me diyar kir ku di her aliyê jiyanê de ji nû ve birêxistinkirina civaka azad û jiyana azad li ser rêgezên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê erka herî bingehîn û neveguhêz e. Di van mijaran de bi nîqaşên xurt biryar jî girtin. Di sala nû ya têkoşînê de di asta seferberiyê de çareserkirin û meşandina xebatên avakirina civakî weke erkekî bingehîn destnîşan kiriye.  Weke peywira xwe ya esasî jî destnîşan kir ku bi şîara 'Divê Kurdistaniyek bi tenê nemîne ku xwe negihandiye' xebatên xwe bidomîne û êrîşên îmha û mêtingeriyê yên paşverûtiyên navneteweyî û dewleta Tirk a faşîst a qirker vala derxîne.

Xurtkirina xebatên meclîs, komun, akademî û kooperatîfê ku wê rêxistinbûna civaka Ewropayê mezin bike, wekî qada bingehîn a biryardayînê destnîşan kir û di vî warî de biryar girt. Li ser vê bingehê, bi esasgirtina paradîgmaya Rêber APO a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê û bi şiyara 'bi qasî te birêxistin kiriye gel heye', di her qada civakê de bi meşandina xebatên avakirinê wek hedefa bingehîn hate diyarkirin.

Biryar hat dayîn ku lîsteya 'terorê' û qedexeya li ser PKK'ê ya li Ewropayê wek astengiya herî mezin li pêşiya rêxistinbûnê ye û sedema herî girîng a tecrîdê ye, bi plansaziyên encamgir were rakirin. Xebatên hiqûqî, dîplomatîk û civakî yên di bin sîwana KCDK-E'yê de heta niha hatine kirin, hatin nirxandin û hate diyarkirin ku divê hîn bêhtir bên xurtkirin û domandin.

Li hemberî her cure feraset û nêzîkatiyên zayendperest, neteweperest, kevneperest û paşverû yên ku felsefeya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê asteng dikin, biryara ku bi helwesteke zelal mezinkirina têkoşîna îdeolojîk hate girtin.

Civîna me li gorî pêdiviyên gel Navendên Civaka Demokratîk mezinkirinê û li deverên ku gelê me lê hene vekirina Navendên nû û endametiyên nû wek pêwîstî didît û di vî warî de jî plan û biryarên nû derxistiye holê.

Civîna me ya ku bi berfirehî têkoşîna sala bihurî nîqaş kir, di bingeha bi awayekî wêrekî pirsiyariya kêmasiyên hatine kirin de biryardariyek mezin û azweriya têkoşîneke mezin derxist holê.

Weke KCDK-E, bi hêza ku em ji civîna salane werdigirin, bi her cure zelalî û biryardariyê dikevin sala nû ya têkoşînê. Îdiaya me ya têkbirina hemû plan û êrîşên hêzên qirker û komploger bi hêza xweser a gelê me û îradeya berxwedanê hîn zêdetir bûye. Bi gelê xwe re hêz û îradeya me heye ku em hemû cureyên komplo û êrîşên qirkirinê têk bibin. Em ê ji bilî bidestxistina vê tiştekî din qebûl nekin."