Elmanya bi fikar e ku gaza Rûs bi temamî li ser bê birîn
Elmanya bi fikar e ku piştî karê lênihêrînê yê salane yê li Xeta 1'ê ya Herikîna Bakur, gaz bi temamî bê birîn.
Elmanya bi fikar e ku piştî karê lênihêrînê yê salane yê li Xeta 1'ê ya Herikîna Bakur, gaz bi temamî bê birîn.
Ji roja Duşemê û pê ve li Xeta 1'ê ya Herikîna Bakur karê lênihêrînê destpê dike. Lewma Elmanya xwe amade dike ku ji Duşemê û pê ve herikîna gaz a Rûs bi rengekî mayinde raweste.
Li xeta ku 1.220 km'î dirêj e, her sal bi rêk û pêk karê kontrolkirin, paqijkirin û sererastkirinê tê kirin. Ji bo vê jî herikîna gazê ji bo 10 heta 14 rojan tê birîn. Lê belê Elmanya îsal bi fikar e ku gaz bi temamî bê birîn.
Wezîrê Aboriyê yê Elmanyayê Robert Habeck li ser mijarê ji Deûtschlandfûnkê re axivî û got, "Her tişt pêkane, her tişt dikare bibe." Habeck got, "Dibe ku gaz ji nû ve biherike, dibe ku ji berê bêhtir jî biherike. Dibe ku tiştek neherike. Divê em bi durustî xwe ji rewşa herî nebaş re amade bikin û ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin çi ji destê me tê ya herî baş bikin."
Di vê çarçoveyê de li ELmanyayê planên rewşa lezgîn têne amadekirin. Piştî ku şerê Rûsya-Ûkraynayê meha Sibatê destpê kir, ji hingî ve Elmanya li gel avakirina bendergeyên gaza xwezayî ya herikîner (LNG) kar dike ku neçariya xwe ya ji gaza Rûs bi dawî bike.
Roja Înê qanûneke lezgîn a ku destûrê dide jinûve karkirina santralên komirê, li herdu baskên parlamentê hate qebûlkirin.
Ji bo armanca dema kurt, wê hewl bê dayin ku stokên li navendên depokirina gazê yên Elmanyayê, ji bo derbaskirina zivistanê bêne nûkirin. Li gorî daneyên herî dawî yên ji aliyê Ajansa Tevnê ya Federal ve roja Înê hatin eşkerekirin navendên depokirinê di kapasîteya ji sedî 63'an de ye. Armanc ew e ku heta 1'ê Mijdarê bibe ji sedî 90 ê kapasîteyê.