Li Kantona Solothurnê yê Swîsreyê ji bo berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û ji bo gerîlayên demên dawîn li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûyîn, meresima bibîranînê hat lidarxistin. Saziya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW), PYD û Jinên Ciwan ên Têkoşêr (TEKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meresima bibîranînê li dar xist. Xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistanî tev li meresimê bûn. Salona meresim lê hat lidarxistin, bi wêneyên şehîdên Têkoşîna Azadiyê Kurdistanê hat xemilandin û quncikek ji bo bibîranînê hat çêkirin.
Meresim bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Ewilî li ser navê KOMAW’a Swîsreyê Metîn Mîntaş axivî û got: “Têkoşîn, bi bedêlan hatiye vê merheleyê. Dema derbeya 12’ê Îlonê, gelek hevalên me hatin girtin. Li Girtîgeha Amedê pêkanînê hovane hatin kirin. Lê bi pêşengiya şehîdên mê yên 14’ê Tîrmehê, dest bi berxwedanê bû. Ji wê rojê heta bi niha hezaran qehreman şehîd bûn. Şehîdan bi dayîna canê xwe, têkoşîn anî vê merheleyê. Li Başûrê Kurdistanê, yên li dijî gerîla hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin hene. Gelê me yê Başûr, divê li dijî dagirkeran têbikoşe. Em ê têkoşînê li her derê gur û geş bikin.“
Fatma Toren a dayika şehîd û gerîla jî axavtineke kurt kir û got: “Em tu car serê xwe natewînin, em ê li ber xwe bidin. Em bi şehîdên xwe şanaz in. Çi jî bikin em ê têkoşînê mezin bikin. Şehîd namirin.“
Li ser navê rêxistinên ciwanan TCŞ û TekoJin’ê jî Arîn Ozgur axavtinek kir. Ozgur, îşaret bi wê yekê kir ku di têkoşînê de tim şehadet çêdibin û diyar kir ku divê mirov xwedî li têkoşîna şehîdan derbikeve. Arîn Ozgur anî ziman ku ew şerê bi şoreşgerî yê gel dikin û wiha got: “Divê her kes li gerîla xwedî derbikeve. Divê em rêxistinbûna xwe zêde bikin û divê her kes tev li vê têkoşînê bibe û tevkariyê li şoreşê bike.“
Li ser navê PYD’ê jî Abbas Omar axivî û wiha got: “Em di şexsê Ferhad Dêrik de dibêjin ku em girêdayî hemû şehîdên xwe ne.“
Pişt re malbatên şehîdan vexwendin li ser dikê. Malbatan hestên xwe anîn ziman.
Xizmên Berxwedan Dijwar, Cûmalî Devran, Destîna Berçem, Şoreş Amed, Berjîn Zenda û Cotkar ên di demên cuda têkoşîna azadiyê de şehîd bûne derketin ser dikê û yek bi yek axivîn.
DIVÊ EM DESTÛRA LOZANEKE DIN NEDIN
Li ser navê Tevgera Jinên Azad a Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat axivî. Serhat da xuyakirin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî çekên NATO’yê têdikoşin û wiha got: “ Çekên kîmyewî li ser gerîlayan bi kar tînin. Dinya dengê xwe nake. Çimkî ew van çekan didin dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk dijminê me ye. Malbata Barzanî di nava xiyanetê de ye. Malbata Barzanî der barê hevrêyên me de agahiyê dide dewleta dagirker û dibe sedema şehîd bûyîna hevalên me. Ev xiyanet neqede wê hêj pir hevalên me şehîd bikevin. NATO hesabê biryarên xwe li gor malbata Barzanî dike. Ji bo tunekirina Kurdên azad, serî li her dek û dolabê didin. Çi jî bikin bi gerîlayên Rêber Apo afirandine û bi têkoşînê nikarin.
Ji 23’ê Tirmehê heta bi salekê divê em tim li qadan bin, çalakiyan bikin. Em destûra Lozaneke din nadin. Erka me, gur û geşkirina têkoşînê li her derê ye. Gelê me yê li Ewropayê, divê têkoşînê gur û geş bike. Gerîla li serê çiyayan li ber çekên kîmyewî li ber xwe didin, nabe ku em li vir bi sistahî tevbigerin. Divê em her qadê bikin qada têkoşîn û berxwedanê.“
Di dawiya axaftina xwe de Serhat, banga tevlêbûna meşa 23’ê Tîrmehê kir û got: “Divê her kes bi awayê herî xurt tev li vê çalakiyê bibe.“
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Seroka Apo“ bi dawî bû.