Şoreşgerên Elman Dilsoz û Şiyar li Karlsruhê hatin bîranîn

Kevîn Jochîm (Dilsoz Bahar) û Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) yên ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de şehîd bûbûn li bajarê Karlsruhê hatin bîranîn.

Şervanê YPG’ê Kevîn Jochîm (Dilsoz Bihar) di 6’ê Tîrmeha 2015’an de li Rojava di şerê li dijî DAÎŞ’ê de, gerîlayê HPG’ê Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) jî di 9’ê Tîrmeha 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Ji bo her şoreşgerên Elman li bajarê Karlsruhê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn li Goristana Grûnwînkler li ser gora Kevîn Jochîm hate lidarxistin. Gelê Kurd, Elman û çalakvanên ji gelên din tevlî bîranînê bûn. Çalakî bi banga Navend Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Heîlbronnmê û enternasyonalîstên ku piştgiriyê didin gelê Kurd hate lidarxistin.

ÇARESERÎ DI TÊKOŞÎNA PKKÊ DE DÎTIN

Çalakvan Gulê Agir di bîranînê de axivî û bal kişand ser têkoşîna şoreşgerên Elman Dilsoz û Şiyar.  Agir diyar kir ku her du şoreşgeran li hemberî modernîteya kapîtalîst li jiyaneke alternatîf geriyane û ji ber vê berê xwe dane Kurdistanê. Agir got “Her du şoreşgeran PKK û fikrên Abdullah Ocalan wekî hêza çareseriyê dîtin û bûne çirayeke ku têkoşîna enternasyonalîst ronî bikin.”

Piştî li ser gora Kevîn Jochîm (Dilsoz Bihar) mûm hate vêxistin.

Çalakiya bîranînê bi strana ‘Bella Cîao’ bi dawî bû.