Nobeta Azadiyê bi endamên NCDK a Lûzernê dewam dike

Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 11 sal in pêk tê, vê hefteyê bi endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Lûzernê dewam dike.

Nobeta Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25'ê Hezîranan 2012'an de destpê kir, kete hefteya 526'an.

Çalakî li Strasboûrgê li qadeke ku saziyên Ewropayê lê ne, her hefte ji aliyê komeke ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ve tê meşandin.

Çalakgerên vê hefteyê jî endamên NCDK a bajarê Lûzern ê Swîsreyê ye. Kom ji Abdûrrahîm Îlbaş, Molla Şahîn û Vecdî Îlhan pêk tê.

Abdûrrahîm Îlbaş bi navê komê axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd 11 sal in li ber saziyên Ewropayê çalakiyê dike.

Îlbaş got, "Lê belê Ewropa xwe kor, ker û lal dike" û bal kişand ser rola Ewropayê ya di tecrîdê de. Îlbaş destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi rêya vê çalakiyê sûcê van saziyan timî raxin pêş çavan.

Abdûrrahîm Îlbaş bi dewamî got, "Banga me li gelê li Ewropayê, li xelkê Kurdistanê temamî ye: Rojeva me ya sereke timî divê Rêber Apo be. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye."