Kampanya berhevkirina îmzeyan berdewam dike

Li Frankfûrtê kampanya berhevkirina îmzeyan a li dijî qedexeyan hatiye destpêkirin, berdewam dike.

Di çarçoveya kampanyaya li dijî qedexehiyan hatiye destpêkirin de, kampanyaya berhevkirina îmzeyan a her roja Şemiyê li cihên cuda yên navenda Frankfûrtê tê kirin, îro bi eleqeyeke baş hat pêşwazîkirin.

Di xebata bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd tê birêvebirin de, hem îmze hatin berhevkirin, hem jî di der heqê xebatê de xelk hat agahdarkirin.

Yên di ber standa berhevkirina îmzeyan re derbas dibûn, bi taybetî Kurdistaniyên Başûr bi eleqeyek mezin nîşanî kampanyayê dan û kêfa xelkê ji muzîka li standê hat lêxistin re jî hat.