Berxwedêrên rojiya mirinê li kampa piştevaniyê hatin ba hev

Ji bo berxwedêrên ku di rojiya mirinê de tenduristiya xwe winda kirin, li kampa piştevaniyê ya Kantona Bernê ya Swîsreyê hatin cem hev.

Di çalakiya 5’emîn a ‘Kampa Piştevaniyê ya bi Berxwedêrên Rojiya Mirinê re’ ku îsal ji aliyê Komeleya Piştevaniya Mafên Mirovan a Swîsreyê ve hat organîzekirin de, berxwedêrên ku li dijî binpêkirinên mafan ên giran ên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên bi taybetî di salên 1996 û 2000 de bedena xwe feda kirin û jiyana xwe ji dest dan, li kampa piştevaniyê hatin ba hev.

Di çalakiya hevpar a 5 rojan de çalakiyên cûr bi cûr ên hunerî û çandî hatin lidarxistin. Têkildarê danasîna berxwedêran panel, semîner û nîqaşên cuda hatin lidarxistin.

'EM JI BO BERXWEDÊRÊN LI SURGUNÊ XEBATAN DIKIN'

Li ser navê ÎHDD'ê Hasan Bûlût jî axivî û diyar kir ku ÎHDD ji sala 2014'an û vir ve li ser pirsgirêkên koçberên li surgunê yên ku piraniya wan ji Tirkiye û Kurdistanê hatine li Swîsreyê dixebitin. Bûlût ragihand ku têkoşîna demokrasiyê ya ÎHDD'ê bi kombûna mirovên şoreşger, demokrat û pêşverû yên ji hemû pêkhateyan û qadên cuda pêk hatiye û got, "Em weke ÎHDD ji bo pirsgirêkên bingehîn ên koçberên li surgûnê dijîn û li dijî desteserkirina mafên wan, çareseriyê pêşkêş dikin û em di vî warî de xebatên xwe didomînin."

Bûlût anî ziman ku ew weke ÎHDD'ê desteserkirinên giran ên li ser girtiyên şoreşger ji nêz ve dişopînin û got ku ji bo eşkerekirina êşkenceya li girtiyan tê kirin weke sazî dixebitin.

Têkildarî kampa piştevaniyê jî aktîvîsta ÎHDD’ê Zelal Karataş ev tişt got:

“Em îsal bi berxwedêrên rojiya mirinê re li 5. kampa piştevaniyê hatin cem hev. Ev kamp di esasê de bi armanca alîkarîdayina ji têkoşîna mirovên ku hem di rojiya mirinê ya sala 1996’an û hem jî di rojiya mirinê ya sala 2000’î de tendirustiya wan zirar dîtibû û yên hewl didin li ser piyan bimînin, weke pêdivî derket holê.

Em li kampa xwe ya piştevaniyê tên cem hev û li vir atolyeyên cuda organîze dikin. Atolyeyên bîranînê yên ku ji şaxên hunerî yên cûr bi cûr pêk tên wek atolyeya nameyan ên ji bo girtiyên li girtîgehan, wêne, muzîk û sînemayê hene. Li gel rêze çalakiyên di warê huner, çand û werzîşê de, em di çarçoveya kampê de panel û sohbetên cuda jî lidar dixin."