Şehîdên Zapê li Lavrîoyê hatin bîranîn
Ji bo gerîlayên ku li Zapê şehîd bûn li kampa Lavrîo ya Atînayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Ji bo gerîlayên ku li Zapê şehîd bûn li kampa Lavrîo ya Atînayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Li kampa Lavrîo ya paytexta Yewnanistan Atînayê, ji bo bîranîna gerîlayên li Zapê şehîd bûn çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Di bîranînê de ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Kurdistanê ve hate organîzekirin gelek kes tevlî bûn.
Li qada bîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û wêneyên şehîdên Zapê hatin daliqandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser jiyan û têkoşîna şehîdên Zapê sînevîzyonek hate nîşandan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.
Ji malbatên şehîdan bavê şehîd Mazlûm Erencî Erkan Erencî li bîranînê axivî, gerîlayên li Zapê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku divê rastiya şehîdên Kurdistanê baş were fêhmkirin. Erencî ragihand ku şehîd hemû fedaî ne û got, "Tenê bi fedaîtiyê bersiv ji êrîşên hovane re dikare bê dayin. Her şehîd nirxekî mezin ê gelê me ye. Xeyalên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi berxwedana fedaiyên Kurdistanê têk diçe."
Piştî axaftinan ji bo bîranîna şehîdan helbest hatin xwendin û civîn bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.