EWROPA
Hemû Nûçe
-
KCÊ-E: Xweparastina Şengalê bersiva fermanan e
KCÊ-E’yê bi boneya 8’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de daxuyaniyek nivîskî da û anî ziman ku xweparastina û statuya Şengalê bersiva herî baş li dijî fermanan e. -
Li Berlînê êrîşên li dijî saziyên Elewiyan hate protestokirin
Li ber avahiya Balyozxaneya Tirk a li Berlînê êrîşên li dijî saziyên Elewiyan û cemxaneyan yên li Enqereyê hate protestokirin. -
Seydo Hazar koça dawî kir
Welatparêz Seydo Hazar ku salên dirêj di nava tevgera azadiya Kurdistanê de xebat kir, danê êvarê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê koça dawî kir. -
KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (KCDK-E) bi wesîleya salvegera 8'an a Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da û bang li her kesî kir ku li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê beşdarî çalakiyên 3'ê Tebaxê bibin. -
102 parlementerên Fransî: Erdogan gefê li aramî û ewlehiya herêmê dixwe
102 parlementerên Fransî diyar kirin, ku şerxwaziya Erdogan gefê li aramiya Rojhilata Navîn û ewlehiya Ewropayê dixwe û xwestin qada hewayî ya herêma Bakurê Sûriyeyê bê girtin. -
Şehîdên Til Hasil û Til Eranê hatin bibîranîn
Ji bo 50 kesên 9 sal berê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li Lîmasolê meresima bibîranînê hat lidarxistin. -
Ciwanên Kurd li Marsîlyayê daketin qadan
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ciwan hatin ba hev û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadên Marsîlyayê meş li dar xistin. -
Roja yekem a meşa dirêj bi dawî bû
Rêxistinên ciwanan li paytext Parîsê ya Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj da bû destpêkirin. Roja yekem a meşê bi dawî bû. -
SMJÊ: Têkoşîna jinan mîsogeriya Rêveberiya Xweser a Şengalê ye
Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) bi boneya jenosîda civaka Êzidî ya di 3’yê Tebexa 2014’an de pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku bi fermanan hewil didin ku civaka Êzidî qir bikin. -
Meşa ciwanan a ji bo Rêber Apo azadî li Parîsê dest pê kir
Meşa Dirêj a Parîsê ya ciwanên li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan organîze kiriye dest pê kir. -
Li Krefeldê kampanyaya îmzeyan dewam dike
Li Krefeldê bi aramnca derxistina PKK’ê ji 'lîsteya qedexe' standa îmzeyan a vê hefteyê hatî danîn, her wiha ji bo pîrozkirina salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîrozbahî jî hat lidarxistin. -
TCŞ Û TekoJIN wê li Parîsê meşeke dirêj bide destpêkirin
TCŞ û TekoJIN’ê diyar kir bi şîara ‘Li hemberî dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê’ wê li Parîsê meşeke dirêj a ji bo 2 rojan bidomîne. -
Çalakvanên Nobeta Azadiyê: Li ser Kurdan siyasetên qirêj tên meşandin
Koma nû ya ku Nobeta Azadiyê wergirtin, bal kişandin ser komploya navneteweyî û diyar kirin dewleta Tirk li hemberî Kurdan siyaseteke qirêj dimeşîne. -
Ciwanên Kurd: Sînorên bi Lozanê hatine danîn em nas nakin
Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza pêkanîna Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê tê lidarxistin vê hefteyê jî dewam kir. -
Li Evryê meşa ‘Azadî ji bo Ocalan’
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Evry a Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. -
Ciwanên Başûr li Londonê PDK protesto kir
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li Londonê bi çalakiyekê protesto kir. -
Kurdan li ber Komîsyona Ewropayê çalakiya protestoyê li dar xistin
Kurdên li Belçîkayê û dostên wan li ber avahiya Komîsyona Ewropayê ya li Brukselê, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla û sivîlan şermezar kirin. Dosyayek pêşkêşî komîsyonê hat kirin. -
Li Saarbruckenê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê dijîn, salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîroz kirin. -
Konferansa Kurd a li Lozanê bi dawî bû
Konferansa Kurd a li bajarê Lozan ê Swîsreyê, bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû. -
Li Dortmûndê bibîranîna 14’ê Tîrmehê
Ji bo Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, li Dortmûndê meresima bibîranînê hat lidarxistin. -
Li Lozanê Konferansa Kurd: Kurd ne Kurdên sed sal berê ne
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Konferansa Kurd bi tevlêbûyîna kesan a ji çar parên welêt û dîasporayê hat lidarxistin, dewam dike. -
Çar parçeyên Kurdistanê li Lozanê hatin cem hev
Rêxistinên Kurdan ên ji hemû beşên Kurdistanê di 99. salvegera Peymana Lozanê de ku Kurdistan perçe kiribû, li Lozanê hatin cem hev. -
Di merasîmeke ya li Mantovayê de banga piştevaniya bi Kurdan re hat kirin
Di çalakiya li bajarê Mantova ya Îtalyayê de, bal hat kişandin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê. -
Serokê KPB’ê Cemal Kasim ê ku çû Lozanê rakirin nexweşxaneyê
Serokê Koma Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPB) Cemal Kasim ê ku ji bo konferansa ji aliyê KNK'ê ve ji bo salvegera Peymana Lozanê bê lidar xistin çû Lozanê, ji ber krîzê rakirin nexweşxaneyê. -
‘Divê Elmanya hew piştgiriya dewleta Tirk bike’
Kurdên li Ewropayê dijîn ji bo şermezar kirina sala 99’emîn a Peymana Lozanê li qadan in. Kurdan xwest ku Elmanya hew piştgiriya dewleta Tirk a dagirker bike û çekan nefiroşe Tirkiyeyê.