Li Saarbruckenê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê dijîn, salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîroz kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê dijîn, salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîroz kirin.
Li Saarbruckenê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin. Pîrozbahî, saet di 17.00’an de bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Ji Rêvebiriya PYD’ê Dexil Rojava û siyasetmedar Xanê Agal li ser gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.
Di axavtinan de li dijî şerê bi bêexlaqî tê kirin, daxwaza hestiyarbûyînê ji her kesê hat kirin.