Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) bi boneya jenosîda civaka Êzidî ya di 3’yê Tebexa 2014’an de pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da. SMJÊ’yê bibirxist ku di ser karesata Şengalê re, jenosîda civaka Êzidî ya 3’yê Tebaxa 2014’an de pêkhatî re, 8 sal derbas dibin û got: “ Di dîrokê de, bi gelek Fermanan hewil hatiye dayîn ku Êzidî ji axa Kurdistanê ji holê werin rakirin. Ligel hemû êrîşan jî vê ola kevnare ya bi hezaran salan xwe parastiye. Di van êrîşan de sûçên mezin hatine kirin. Bi taybet hertim jinên Êzidî bi zanebûn hedef hatine girtin.“
‘ARMANC QIRKIRINA ÊZIDIYAN E‘
SMJÊ’yê anî ziman ku li gor danezanên fermî, heta niha 73 Ferman, ya herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliye terorîstên DAÎŞ’ê ve li Şengalê li hember Civaka Êzidî, li pêş çavên hemû cîhanê komkujî hat kirin û wiha got: “Li gor hîn lêkolînan nêzî 10 hezar mirov hatine qetilkirin, zêdeyê 7000 hezar kesên Êzidî di ve karesatê de hatin revandin. Di nava van kesên hatin revandin de, zêdeyê 5 hezaran jin û zarok bûn. Ji van heta niha, 2 hezar û 800 jin hîn jî di destê teroristên DAÎŞ de dîl in û carenûsa wan ne diyar e. Gelek ji wan bi zorê li sûk û bazaran wek kole hatin firotin. Ev ferman li hember civaka Êzidî bi awayekî sistematîk bê navber dewam dikin. Armanca bi van fermanan qirkirin û tunekirina civaka Êzidî ye.“
‘TIMÎ JIN HEDEF HATIN GIRTIN‘
SMJÊ’yê da zanÎn ku di fermanan de timî jinên Êzidî hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Ji ber ku jin, hebûn, ziman û nasnameyê diparêzin û xwedî rolekî pêşeng in. Lewra dijminên mirovahiyê, li hember jinên Êzidî, hovitiyek a pir mezin pêk anîn û xwestin bi vê rêbazê hemû civaka Êzidî teslîm bigirin. Lê civaka Êzidî, di van keliyên man û nemanê de, li Şengalê biryara berxwedan û xweparastinê da. Êrîşên bi armanca qirkirinê, bi taybet ji aliyê dewleta Tirk û hevalbendên wan terorîstên DAÎŞ’ê ve bê navber dewam dikin.
Di serî de dewleta Iraqê û hemû dewletên navneteweyî, saziyên mafên mirovan li hember van êrîşan bê deng in.“
‘BI PERGALA XWESERIYA DEMOKRATÎK XWE BI RÊXISTIN KIR‘
SMJÊ’yê anî ziman ku li hember van êrîsên bi ser Şengalê de, di serî de jinên Êzidî û her wisa civaka Êzidî, wek çareserî, pergala xweseriya demokratîk, ji bo xwe esas girtin û li ser vî esasî xwe bi rexistin kirin, sazî û dezgehên xwe ava kirin.
‘BÊDENGÎ HEVKARÎ YE‘
Bi domdarî SMJÊ’yê ev tişt got: “Ev fermana konsepta jenosîda li ser civaka Êzidî ye û dewleta Tirk a dagirker bi dehan caran, bi balafirên bêmirov êrîşê Şengalê kiriye. Gelek kesayetên sivîl ji reveberên Xweseriya Demokratîk a Şengalê qetil kirine. Kesên sivîl kustine û birîndar kirine. Avahiya meclîsa Gel li Sinûnê û Xanesorê, nexwesxana Sikeniyê bombe kirine û hilweşandiye.
Erdoganê dîkdator endamê NATO’yê ye û hevalbendê terorîstên DAÎŞ’ê ye. Dixwaze tola wan li Şengalê hilîne. Ev bêhiqûqî, hovitî, qirkirina li hember jinên Êzidî li ber çavên raya gistî tê kirin tu kes dengê xwe nake. Ne hikûmeta Iraqê, ne herêma Kurdistanê û ne jî Neteweyên Yekbûyî û DYE. Ev nayê qebûl kirin. Helbet naskirina jenosida li hember civaka Êzidî pekhatî, ji aliyê Ermenistan, Hollanda, Belçîka, Katalonya û sekinandina li ser a dewleta Elman em weke gavên êrenî dibînin. Lê ev tenê ne careserî ye. Lewra em weke jinên Êzidî yên li Ewropayê dibêjin, pêwîst e demildest Neteweyên Yekbûyî, hemû rêxistinên mafên mirovan diparezin, rêxistinên jinan û hemû raya gistî, ji bo Şengalê bi erk û berpirsiyarî yên xwe rabin. Li hember jenosîd û femînîzîdê bê deng nemînin. Bê dengî tê wateya hevkariyê.
Li ser vî esasî, em dibejin êdî bes e. Em bang dikin û dibêjin helwestek a zelal danin holê. Vatîkan, ji bo baweriya Xirîstiyaniyê wateya xwe çibe, Şengal jî ji bo baweriya Êzidîtiyê xwedî heman wateyê ye divê demildest li ser van xalan were sekinîn û daxwazên Êzidiyan werin qebûlkirin.“
SMJÊ’yê li ser xalên ku israr dikin rêz kirin û wiha go:
“1. Divê Jenosîda li ser civaka Êzidî, di qada Navneteweyeî de were qebûlkirin û bi vê qebûlkirinê, li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wî DAÎŞ’ê sekin û helwest bên dayîn.
2. Divê Statuya Xweseriya Şengalê were naskirin û ev statu were parastin.
3. Divê qada hewayî û bejahî demildest ji bo balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker û leşkerên wê li ser Şengalê were qedexekirin.
4. Divê ji sûcdar û berpirsyarên jenosîda li ser Êzidiyan hesab were pirsîn û di qad û dadgeha navneteweyî de doz bên vekirin.
5. Ji bo avakirina ji nû ve ya Şengalê, divê alîkariya pêwîst a mirovahî were dayîn, da ku gelê me bikare ji kampan û koçberiyê vegere cih û war û axa xwe.
6. Ji bo rizgariya jinên dîlgirtî, divê teqez hewil bê dayîn û gavên cidî bên avêtin.
7. Ji bo jinên rizgarbûyî, proje û alîkariyên pewîst werin dayîn.“
Di dawiyê de SMJÊ’yê diyar kir ku wê di çarçoveya bîranînê de wê li gelek navendan merasimên bîranînê bên lidarxistin.
DÎROK Û CIHÊN BÎRANÎNÊ
1. 03.08.2022
Cih: Am Markt, Rathaus Bremen
Saet: 17:00
2. 03.08.2022
Cih: Mala Êzidiyan Ostfrisland,Dr. – Warsing- Straße 81, 26802 Moormerland
Saet: 16:00
3. 03.08.2022
Cih: Luisenplatz, Darmstadt
Saet: 18:00
4. 03.08.2022
Cih: Hauptbahnhof – Bielefeld
Saet: 17:00
5. 03.08.2022
Cih: Marktplatz, 28832 Achim
Saet: 17:00
6. 03.08.2022
Cih: Luisenplatz, Darmstedt
Saet: 18:00
7. 03.08.2022
Cih: Brandenburger Tor- Berlîn
Seat: 16:00- 18:00 Konê agahdarkirinê
Seat: 18:00 Mîtîng
8. 03.08.2022
Cih: Paradenplatz, Mannheim
Saet: 18:00
9. 03.08.2022
Cih: Hauptbahnhof/ Ernst-August-Platz – Hannover
Saet: 17:00
10. 03.08.2022
Cih: Celle
Seat: 12:00 – 16:00 Konê agahdarkirinê, Poststr./ Ecke Stechbahn
11. 03.08.2022
Saarbrucken
Cih: Europa Galerie
Seat: 18:30
12. 03.08.2022
Cih: Domplate - Koln
Seat 10.00- 12.30
13. 03.08.2022
Cih: Hauptbahnhof - Hameln
Seat: 14:30
14. 03.08.2022
Cih: in der Alten Synagoge Essen,
Edmund- Körner-Platz1, 45127 Essen
Saet: 19:30
15. 03.08.2022
Cih: Jungfernstieg –Hambûrg
Saet: 16:00
16. 03.08.2022
Cih: Liebfrauenberg ( Ni una menos Platz), Frankfurt
Seat :18.00
17. 03.08.2022
Cih: Stuttgart Schlossplatz/ Commerzbank, Baden Wurttemberg
Seat: 18:00
18. 03.08.2022
Cih: Am Berliner Tor, Wesel
Saet: 16:00