Roja yekem a meşa dirêj bi dawî bû
Rêxistinên ciwanan li paytext Parîsê ya Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj da bû destpêkirin. Roja yekem a meşê bi dawî bû.
Rêxistinên ciwanan li paytext Parîsê ya Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj da bû destpêkirin. Roja yekem a meşê bi dawî bû.
Roja yekem a Meşa Dirêj a Parîsê ya bi du rojan a Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj a bi du rojan organîze kiriye, li banliyoya Drancyê bi dawî bû.
Ciwanan çalakî li Navenda Çanda Kurd a Drancyê dan destpêkirin û li qada Stalîngradê bi dawî kirin.
Têkildarê çalakiyê, endamê TCŞ’ê Serhad Ronî, weke nûnerê TCŞ û TekoJIN’ê daxuyaniyek da. Ronî destnîşan kir ku ew ê li dijî xiyaneta PDK’ê û polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li qadan bin. Ronî da zanîn ku li her çar parçeyên Kurdistanê rastiya şer derket holê û hêzên hegemonîk li ser gelê Kurd ên li dîasporayê dijîn, asîmîlasyon û bê rûmetiyê dikin.
Ronî anî ziman ku li dijî vê yekê sekina gel û ciwanan diyar e û wiha got: “Divê gelê me bi pêşengiya ciwanan bi ruhekê fedayî û Apoyî her tim li qadan li pêş, tev li çalakî û merasiman bibin, ji bo bersivandina vê pêvajoyê divê peywira bipêşxistina pêşengiya ciwanan bigirin ser xwe. Gerîlayên ku şerekê bê hempa ji bo gelê me dikin, hêz û moralê xwe dîsa ji yekîtiya gelê me digire. Em ji vê rastiyê bikevin rê; Tevlêbûyîna gelê me ya meşa dirêj a girseyî ya li Parîsê, ji bo vê pêvajoyê li dijî êrîşên zêde dibin bersiva herî baş e. Bila gelê me ji bîr neke ku dubarebûyîn û efûkirina şer nîn e. Ji bo biserxistina vî şerî, divê piştgirî bidin hev û bibin yek. Em bang li gelê xwe dikin ku di çarçoveya vê rastiyê de têbikoşin.”
Meş wê sibehê ji Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li navenda bajêr dest pê bike û heta Natîonalê dewam bike.