Şehîdên Til Hasil û Til Eranê hatin bibîranîn

Ji bo 50 kesên 9 sal berê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li Lîmasolê meresima bibîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, ji bo 50 kesên 27’ê Tîrmeha 2013’an li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên li rojhilatê Helebê ku Kurd lê dijîn hatin qetilkirin meresima bibîranînê hat lidarxistin. Bibîranîn bi pêşengiya nûneriya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Qibrisê hat lidarxistin. Gelek kes tev li bibîranînê bûn.

Meresim, bi bibîranînê dest pê kir. Ewilî Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan axivî. Dogan got ku di her buhusta axa Kurdistanê de xwîna şehîdan heye û wiha axivî: “Ên ku Şoreşa Rojava hezim nakin dibe ku ji Kurdan re qetilamê rewa bibînin. Lê fermana şehîdan li me ew e ku em li ber xwe bidin, ji xeynê berxwedanê em bi tu rêyê de naçin.“

Nûnerê PYD’a Qibrisê Yasîn Terbûs jî behsa dema qetilamê kir û wiha axivî: “Bi Şoreşa Rojava re hêviyek a mezin çêbû. Ne bi tenê Kurd, bi şoreşê re bêhna Ereb, Suryan, Ermen û gelên din jî derket. Şoreşa Rojava bû xewna reş a hêzên serdest. Çimkî şoreş hêza xwe ji felsefe û bîr û doza Rêber Apo digire.  Kes bi vê îdeolojiyê nikare. Şoreşa Rojava ya bi xwîna şehîdan ava bûye, navê jiyana bi hev re ya bi azadî ya hemû gelan e.“

Herî dawî Rewşen Terbûs a xwişka Hemam Terbûs ê di qetilamê de jiyana xwe ji dest da axivî. Terbûs bi bibîranîna şehîdan dest bi axavtina xwe kir û got: “Şehîdên me gelek in, lê ew ne bi tenê şehîdên me, şehîdên gel in. Rêya wan rêya min e jî. Îro heval li Zapê heyfa wan distînin. Hişmendiya yên ew roj êrîş kirin û yên êrîşê Zap, Metîna û Avaşînê dikin yek e. Çawa li wir li berxwedana şehîdên qehreman ketibin wê îro dîsa bi berxwedana destanî ya ewladên Kurdistanê têk biçin.“

Meresima bibîranînê, bi nîşandana sînevîzyona li ser qetilamê bi dawî bû.