Li Lozanê Konferansa Kurd: Kurd ne Kurdên sed sal berê ne
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Konferansa Kurd bi tevlêbûyîna kesan a ji çar parên welêt û dîasporayê hat lidarxistin, dewam dike.
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Konferansa Kurd bi tevlêbûyîna kesan a ji çar parên welêt û dîasporayê hat lidarxistin, dewam dike.
Di salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de, 57 partiyên siyasî û sazî, gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û akademîsyen di konferansê de hatin ba hev. Bi giştî 267 kes li konferansê amade bûn. Konferans, li qada Rîppone a Qesra Rûmîne ya ku peyman lê hatiye îmzekirin, hat organîzekirin.
Di konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs silav li beşdaran kir. Dîwana kongreyê ji Zubeyîr Aydar, Azîz Memlî, Dilşah Osman û Blase Jabbar Ferman pêk hat.
Karamûs diyar kir ku di ser Peymana Lozanê re 99 sal derbas bûne û diyar kir ku wê di vê konferansê de hemû sazî û kesên Kurdistanî wê li dijî Peymana Lozanê helwesta xwe aşkere bikin.
Têkildarê Peymana Lozanê li sînevîzyonekê hat temaşekirin. Bi pişt re ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdûlkadîr Omer, axaftinek kir. Omer destnîşan kir ku gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şoreşa Rojava dewam dikin û got: “Ji bo ku Lozaneke nû çênebe, divê Şoreşa Rojava bê parastin.”
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal îşaret bi giringiya vê konferansê kir û derbirî ku Kurd ne Kurdên sed sal berê ne.
Li ser navê TJK-E’yê Zozan Serhat anî ziman ku ew wek jinên Kurd wê êdî dagirkerî û xiyanetê qebûl nekin û wiha got: “Di vê salonê de Kurdistan bû çar parçe. Îro, em Kurdên ji her çar parçeyan, hatin ba hev. Êdî divê Kurd nemirin, bi balafiran neyên topbarankirin.”
Wê di dawiya konferansê ya ku dewam dike de, encamnameyek bê weşandin. Hate zanîn ku wê di encamnameyê de bernameya komîteyê sala bê ya ku li dijî Peymana Lozanê hatiye amadekirin jî, bê ragihandin.