Çalakvanên Nobeta Azadiyê: Li ser Kurdan siyasetên qirêj tên meşandin

Koma nû ya ku Nobeta Azadiyê wergirtin, bal kişandin ser komploya navneteweyî û diyar kirin dewleta Tirk li hemberî Kurdan siyaseteke qirêj dimeşîne.

Înisîyatîfa Azadî ji Ocalan re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şikandina tecrîdê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobet di sala 11’an de didome.

Nobet li bajarê Strasboûrgê didome û her hefte komek nobetê werdigire. Endamên Navenda Civakî ya Kurdistaniyan a Munîhê nobeta vê hefteyê wergirtin. Di koma vê hefteyê de Mucahît Kaya, Haci Atli, Nûrettîn Înce û Emrak Toprak cih digirin.

Mucahît Kaya li ser navê komê axivî û gerîlayên ku li hemberî dagirkeriya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin silav kir.

Kaya bal kişand ser rola welatên Ewropayê ya di komploya navneteweyî de û got “Di sala 1999’an de we bi komployekê Rêber Apo teslîmî dewleta Tirk kir. Ji roja pêşîn a komployê û heta niha bi hevkariya dewleta Tirk li ser gelê Kurd siyaseteke qirêj tê meşandin. Li her dera dinyayê hûn zilmê li Kurdan dikin. Duh we li Zaxoyê zarok, jin û kesên sivîl qetil kirin. Hûn li ser Kurdan qetlîaman dikin. Siyaseta xwe ya qirêj a li ser Kurdan betal bikin.”

Kaya diyar kir ku armanca nobeta wan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û got “Em ê her dem li vir in. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê li vir bin.”