Çar parçeyên Kurdistanê li Lozanê hatin cem hev

Rêxistinên Kurdan ên ji hemû beşên Kurdistanê di 99. salvegera Peymana Lozanê de ku Kurdistan perçe kiribû, li Lozanê hatin cem hev.

Di 99. salvegera Peymana Lozanê de 57 partî û dezgehên siyasî û gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û akademîsyen di konferansekê de li hev civiyan.

Konferans li Qesra Rûmîne ya li Meydana Rîpponne ku peyman lê hat îmzekirin hat organîzekirin.

Di konferansa ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs yên amadebûnî silav kir. Zubeyîr Aydar, Azîz Memlî, Dilşah Osman û Bilêse Cebbar Ferman di Dîwanê de cîh girtin.

Karamûs diyar kir ku 99 sal li ser Peymana Lozanê re derbas bûne û di vê konferansê de wê hemû sazî û kesayetên Kurdistanî helwesta xwe ya li dijî Peymana Lozanê nîşan bidin.

Ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkadîr Omer piştî nîşandana sînevîzyonê ya li ser Peymana Lozanê axaftina destpê kir. Konferans berdewam dike.