Li Berlînê êrîşên li dijî saziyên Elewiyan hate protestokirin

Li ber avahiya Balyozxaneya Tirk a li Berlînê êrîşên li dijî saziyên Elewiyan û cemxaneyan yên li Enqereyê hate protestokirin.

Di roja ewil a Rojiya Muharremê de li Enqereyê duh bi awayekî hevwext êrîşî Cemxaneya Ana Fatma, Cemxaneya Şah-î Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî ya Tirkmenan hatibû kirin. Êrîş li ber avahiya Baolyozxaneya Tirk a li Berlînê hate protestokirin.

Ji saziyên Elewiyan ên li Berlînê Cemxaneya Civaka Elewiyan a Berlînê, Civaka Dersimê, Federasyona Elewiyan a Demokratîk-FEDA, Nav-Berlîn û endamên meclîsa jinan a Dest-Dan’ê hatin ba hev. Endam û aktîvîstan, êrîş şermezar kir û Pîrê Elewiyan Îsmaîl Erol ê ji rêvebiriya berê ya cemxaneyê danezan xwend.

Îsmaîl got ku ew serê xwe li ber êrîşên berpêyî Elewiyan natewînin û got: “Em hêzên veşartî yên dewletê ji bo kirina gola xwînê ya welatê me tetikkêş û kujeran bi kar tînin ji bi dehan qetilamên wek Koçgîrî, Dersim, Çorûm, Sêwaz, Gazî, Gezî û 10’ê Cotmehê û Pirsûsê nas dikin. Em baş dizanin ku heta gelên din azad nebin em jî azad nabin. Em dizanin ku armanca bi van êrîşan vekirina rê li ber alozî û pevçûnan e.“

Îsmaîl Erol diyar kir ku yên beriya sala 2023’yan dixwazin alozî çêbibe, Elewiyan dikin hedef û gotina ‘Em ê nêzê cemxaneyan bibin’ a Wezîrê Karên Hundir bi êrîşan re têkildar e, cihê ku hikûmeta pênaseya Elewiyan bike divê wan nas bike û wiha pê de çû: “Em cardin hişyariyê li hikûmetê dikin ku hûn bi hişmendiya xwe ya cemxaneyan nas nakin û statuya destûra bingehîn nadin wan zemîn ji van êrîşan re amade dikin. Daxwazên me qebûl bikin û perestgehên me nas bikin. Dest û devê xwe dirêje bawerî û perestgehên me nekin. Pênaseya me nekin, nas bikin!“